El Xatîp: Komîteya Îskanê ya Cihûyan hewl dide Quds bibe wargeha Cihûyan
Alîkarê Serokê Harekata Îslamî Şêx Kemal El-Xatîp destnîşan kir, Komîteya Îskanê ya Cihûyan hewl dide Qudsê bike wargeha Cihûyan.
Zext û zilm, êrîş û binçavî û şehîdkirinên ku ji teref siyonîstên terorîst ve tên kirin berdewam dikin. Siyonîstên terorîst ji alîyekî ve Mislimanên Filistînî şehîd dikin û ji alîyê din ve jî hewl didin wan ji wargehên wan bikin.
Şêx Kemal El-Xatîpê Alîkarê Serokê Harekata Îslamî derbarê êrîş û planên siyonîstan ên li ser Quds û Mescîda Eqsayê de daxuyanîyek da û meselê nirxand.
El Xatîp di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, Komîteya Îskanê ya Cihûyan hewl dide Qudsê bike wargeha Cihûyan. El Xatîp di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir ev pêkhatî di nav birêveberîya siyonsîtan de cî digire û wezîfeya wê bes îşxalkirina Qudsê ye û dixwaze ku Quds bibe wargeha siyonîstan.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.