Elî Demîrê Serokê berê yê OSYMê hat binçavkirin

Elî Demîrê Serokê berê yê OSYMê hat binçavkirin

Elî Demîrê Serokê berê yê OSYMê û 19 kesên din di bergeha lêpirsîna FETO de hatin binçavkirin.

Hatin ragihandin Elî Demîrê Serokê berê yê OSYMê jî di nav de 20 kes di  bergeha lêpirsîna FETO de hatin binçavkirin.

Ji teref Serdozgerîya Komarê ya Enqerê ve di bergeha lêpirsîna FETO de derheqê 34 kesên şikdar de qerara binçavîyê hat dayîn.

Ji bo kesên ku derheqê wan de qerara binçavîyê hatibû dayîn bên girtin li Edene, Stenbol, Enqere, Eskîşerhîr, Nevşehîr, Îzmîr û Trabzonê operasyon hat destpêkirin. Di encama operasyonên hemwext de Elî Demîrê Serokê berê yê OSYMê jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.