Em dixwazin ku li Stenbolê hilbijartin bê dûbarekirin
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partîyê Alî Îhsan Yavuz destnîşan kir “Em dixwazin ku li Stenbolê hilbijartin bê dûbarekirin.
Alî Îhsan Yavuzê Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partîyê derbarê pêvajoya îtîrazê û encamên hilbijartinên herêmî de daxuyanî da.
Yavuz di daxuyanîya ku da destnîşan kir ew ê îro ji bo Buyukçekmeceya Stenbolê îtîrazeke derasayî bikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em dixwazin hilbijartinên li Stenbolê ji nû ve bên kirin. Ji bo vê yekê em ê îro serîlêdana xwe bikin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.