Em ê hêzê bikarbînin û leşkerên Amerîka ji Iraqê derînin
Serokê Asaîb Ehlîheqê Iraqê Kays el-Hazelîdestnîşan kir ger leşkerên Amerîkayê bi qerara parlementoyê ji Iraqê dernekevin, ew ê bi bikaranîna hêzê wanan ji Iraqê derînin.
Kays el-Hazelîyê Serokê Asaîb Ehlîheqê Iraqê derbarê leşkerên Amerîka û welatên din ên ku li Iraqê ne de daxuyanî da. Hazelî di daxuyanîya xwe ya ku da de destnîşan kir “Piştî DAIŞê bi hezaran leşkerên Amerîka li Iraqê dimînin ku ji bo mayîna wan tu hincet tune ye. Em ê bi qerara parlementoyê dawî li hebûna hêzên Amerîka ya li Iraqê bînin. Ger Amerîka li gor qerara parlementoyê hereket neke em ê hêzê bi kar bînin û wanan derînin.”
Niha li Iraqê nêzî 5 hezar leşkerên Amerîkayî hene.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.