Em ê ji bo ewlehîya îsraîl her tiştî bikin
Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence û Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeodestnîşan kirin ew ê di her warî de destekê bidin siyonîstên terorîst û îşxalker.
Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence, Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo û John Boltonê Şewirmendê Ewlehîya Neteweyî beşdarî konferansa bi navê “Xiristîyanên ku ji bo îsraîl bûne yek” bûn ku ev konferans tê zanîn ku piştgirî û destekê dide siyonîstên terorîst û îşxalker.
Penceyê ku beşdarî konferansê bû di konferansê de axavtinek kir û diyar kir “Em ê ji bo ewlehîya îsraîl her tiştî bikin.”
Pence di berdewama axavtina xwe de wiha got: “Di serokarîya Donald Trump de Îran qetîyen nikare bibe xwedî çekên nukleer.Dibe ji bo aştîyê tawîz bên dayîn, encax em ê ji bo ewlehîya îsraîl her tiştî bikin.”
Pompeo jî di axavtina xwe ya ku di konferansê de kir de destnîşan kir Trump Qudsê wek paytexta siyonîstan nas kir û ew ê gavên bi vî awayî hêj bavêjin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.