Em ê li gorî namzedan qerara xwe bidin û vê yekê bi hilbijêrên xwe re parve bikin

Em ê li gorî namzedan qerara xwe bidin û vê yekê bi hilbijêrên xwe re parve bikin

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglamderbarê helwesta partîya xwe ya hilbijartinên 31ê Adarê dedestnîşan kir “Em ê li gorî namzedan qerara xwe bidin û vê yekê bi hilbijêrên xwe re parve bikin.”

Ji teref Îshak Saglamê Serokê Giştî yê HUDA PARê ve derbarê hilbijartinên mehelî yên 31ê Adarê de daxuyanîyek hat dayîn. Saglam di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê hilbijartinan de nirxandinan kir û destnîşan kir “Em ê li gorî namzedan qerara xwe bidin û vê yekê bi hilbijêrên xwe re parve bikin.”

“Em hilbijartinan wek problema bekayê nabînin”

Saglam di daxuyanîya xwe de diyar kir temamê hilbijartinan li gor xwe xwedî ehemîyet in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ev hilbijartin jî muhîm e, wek hilbijartina berî niha. Lê belê em hilbijartinan wek problema bekayê nabînin. Di nezera me de hilbijartina birêvebirên mehelî ye. Belê, ji bo îdarê kî dê bê hilbijartin muhîm e. Hûn îdarevanekî çawa hilbijêrin dê wisa bên îdarekirin. Ji ber vê yekê ew ê kî bê hilbijartin ev yek muhîm e. Mirov nikare bêje ev yek ne muhîm e û ev yek problema bekayê ye. Ev yek ne dirist e.”

 “Em ê li gor cî û namzedan qerara xwe bidin û vê yekê bi hilbijêrên xwe re parve bikin”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de di bîran xist ku ew qerar dane nekevin hilbijartinan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Derbarê bikaranîna şêwaza dengan de me hêj daxuyanîyek nedaye ji bo teşkîlat, heval û hilbijêrên xwe. Ger pêwîst be em ê di vî warî de daxuyanîyekê bidin. Fikreke me yê mîna ‘Herkes dikare bidî kesê ku dilê wî/ê dixwaze’ tune ye. Em wek teşkîlat û partî ji partîyên herî bi nîzam in. Elbet ew ê çavê hilbijêrên me li navenda giştî be. Di warî de ger pêwîst be em dikarin daxuyanîyekê bidin ku ev yek jî di encama îstîşareya ku dê bê kirin de dikare bê dayîn.Lê belê em dikarin vê yekê bibêjin; Em ê li gor cî û namzedan qerara xwe bidin û vê yekê bi hilbijêrên xwe re parve bikin.”

Saglam di dawîya daxuyanîya xwe de diyar kir ew ji xelkê re xizmetê bikin hewl didin û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Kî ji xelkê me re herî baş xizmetê bikî em ê di wî warî de qerarê bidin. Biya me em ê wek HUDA PARê li gelek cihan tesîreke zêde li ser encaman bikin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.