“Em ê millet wek depoya rayan nebînin”

“Em ê millet wek depoya rayan nebînin”

Zekerîya Yapiciogluyê Namzedê Parlementerîyê yê Xweser ê Diyarbekirêdestnîşan kir ew ê nebin ji wan kesên ku ji hilbijartinê hetanî hilbijartinê millet wek depoya rayan dibînin.

Namzedê Parlementerîyê yê Xweser ê Diyarbekirê Zekerîya Yapicoglu  li Diyarbekirê bi xelkê re di bernameya fitarê de hat bal hev û di bernamê de axavtinek kir. Yapicioglu di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir “ Encamên hilbijartinan çi dibe bila bibe, bi izna Xweda em ê birayên xwe, hemşerîyên xwe û dostên xwe ji bîr nekin.”

“Em ji we dixwazin ku hûn dost û nasên xwe îqna bikin”

Yapicioglu di berdewama axavtina xwe de diyar kir ku ji hilbijartinê re çend rojên jimartî mane û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xweda çawa teqdîr kiribe dê ew bibe nesîb. Li qeta Wî encam diyar e; lê belê ê ku dikeve para me xeyret e. Ger hûn vî birayê xwe wek temsîlkar dixwazin bibînin  ez ê tiştekî ji we rica bikim. Ji hilbijartinan re 20 roj man. EM ji we dixwazin ku hûn dost û nasên xwe qanê bikin da ku rayên xwe bidin me.”

ÎLKHA








































 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.