Em ê Qur’anê him bixwînin û him jî tetbîqî jiyana xwe bikin
Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaşê ku got divê Qur’an him bê xwendin û him jî li jiyanê bê tetbîqkirin destnîşan kir rêya xelasîya temamê însanan a ji tarîtîyê ber bi ronahîyê ji vê derê derbas dibe.
Li Osman Gazîya Bursayê 99 hafizên ku perwerdehîya xwe temam kirin bi merasîma ku Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş beşdarî bû îcazetên xwe wergirtin.
Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş ku di “Merasîma Îcazetê ya Hafiztîyê” de axivî destnîşan kir “99 birayên me bûn hafiz.Xweda nesîbê wan bike ku ew bi hafiztî gelekî bijîn û ji Qur’anê re xizmetê bikin û hafizan perwerde bikin.”
Erbaş di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir Qur’an kitêbeke heyatê ya ku ji bo bê xwendin, fêmkirin û bê jiyan hatiye şandin. Erbaş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Mucîzeya herî mezin a Pêxemberê me Qur’ana Kerîm e. Ji ber wê yên ku nizanibin Qur’anê bixwînin bila hîn bibin û bixwînin. Ên ku dizanin bixwînin jî bila hewl bidin da ku fêm bikin. Em têbigihin û digel hev wê biîjn.”
Erbaş di berdewama axavtina xwe de diyar kir meriv dikare li ser wan kesên ku wefad kirine Qur’anê bixwîne û dikare xêra ku ji wê xwendinê bê ji rûhê wan kesên mirî re bexşîne. Erbaş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ev yek ji wezîfeyên me bes wezîfeyek e; lê belê Qur’ana Kerîm ji mirîyan zêdetir ji saxan re hatiye şandin. Di Qur’ana Kerîm de sedema xuliqîna însên tê diyarkirin. Xweda dibêje ‘ Ew ê karê herî baş kî bike, kî dike?” Xweda bo vê îmtîhanê em xulindin. Dinya fanî, Xweda baqî ye. Em ê Qur’anê him bixwînin û him jî li jiyana xwe bidin tetbîqkirin.Rêya xelasîya temamê însanan a ji tarîtîyê ber bi ronahîyê ji vê derê derbas dibe.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.