Em ê wehşeta 6-8ê Cotmehê qetîyyen ji bîr nekin û dê nedin jibîrkirin

Em ê wehşeta 6-8ê Cotmehê qetîyyen ji bîr nekin û dê nedin jibîrkirin

Malbatên Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di sala 2014an de dema ku goştê qurbanan belav dikirin di êrîşên Kobanî de ji teref PKK/HDPyîyan ve bi şikleke hovane hatin qetilkirin, diyar kirin ew ê wê wehşetê qet ji bîr nekin û dê nedin jibîrkirin.

Şehîd Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di êrîşên 6-8ê Cotmeha salan 2014an de ji teref PKK/HDPyîyên hov ve bi şikleke hovane û wehşîyane hatin di salvegera qetlîamê de tên yadkirin. Malbatên dil bi kul ên şehîdan di salvegera qetlîamê de ji ÎLKHAyê axivîn û destnîşan kirin ew ê wê wehşetê qet ji bîr nekin û dê nedin jibîrkirin.

 “Ne 4 sal, 40 sal jî derbas bibe ne mimkûn e ku em vê qetlîamê  ji bîr bikin”

Fîkrî Boruyê bavê Şehîd Yasînî derbarê şehîdkirina lawê xwe diyar kir ew tu car wê wehşîtîya ku li zarokê wî hatiye kirin ji bîr nekiriye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di Îda Qurbanê ya sala 2014an de Kobanî ji xwe re kirin hincet û Yasîn û hevalên wî ji teref HDP/PKKê ve hatin şehîdkirin. Ji ser vê wehşetê 4 sal derbas bûn.Lê belê ne 4 sal, 40 sal jî derbas bibe ne mimkûn e ku em vê qetlîamê  ji bîr bikin.  Hemû kesên xwedî wicdan dema ku qala Îda Qurbanê tê kirin wê wehşeta ku li hember Yasîn û hevalên wî hatiye kirin tînin bîra xwe. Yasîn 16 salî bû, nimêja xwe dikir û Qur’ana xwe dixwand. Ji xwe me ew di warê dînî de perwerde kiribû. Ne li kolanê û ne jî mektebê tu kes jê zirar nedidît. Em her tim qebra wî ziyaret dikin û ji hev têr dibin”.

Malbatên şehîdên din jî derbarê mijarê de wiha axivîn:

Oztekîn Dakakê bavê  Şehîd Huseyîn Dakakî: “ Kî ji vê wehşetê re bûbe sebeb Xweda bi navê xwe yê Qahhar wanan qehr û perîşan bike. Ev yek besî wan e.”

Zarîfe Dakaka dîya Şehîd Huseyîn Dakakî: “Bes qatilekî lawê min heye ku ew jî Selahaddîn Demîrtaş e. Ji ber banga wî ev qetlîam û wehşet çêbû.”

Huseyîn Guneşê birayê Şehîd Rîyadî: “Em ê wehşeta 6-8ê Cotmehê qetîyyen ji bîr nekin û dê nedin jibîrkirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.