Em naxwazin PKK axên me wek baregah bi kar bîne

Em naxwazin PKK axên me wek baregah bi kar bîne

Berdevkê Hikûmeta Birêveberîya Kurdistana Iraqê Sefîn Dîzayî destnîşan kir “Em naxwazin PKK axên me wek baregahê bi kar bîne û gefê li cîranên me bixwe.”

Sefîn Dîzayîyê Berdevkê Hikûmeta Birêveberîya Kurdistana Iraqê derbarê hebûna PKKê ya li Kurdistana Iraqê de daxuyanîyek da. Dîzayî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew naxwazin PKK axên Kurdistana Iraqê wek baregahê bi kar bîne

Dîzayî di berdewama daxuyanîya xwe wisa got: “Hebûna komên wisa  dibe sedem ku herêm û xelkê herêmê zirarê  bibîne. Her wisa dibin asteng ku li ber sînor gund bên avakirin. Tu welat destûrê nade ku rêxsitineke çekdar êrîş bibe li ser welatekî cîranê xwe. Ev yek bo herêma Kurdistanê rewşeke zor û zehmet e.”

Dîzayî di berdewama daxuyanîya xwe de bal kişand li ser zirara ku PKK dide xelkê Kurd û wiha got: “Ger PKK zen dike ew bi tiştên ku dike fêde dide xelkê Kurd ew şaş difikire. Berewajîya vê yekê ew zirarê dide xelkê Kurd. Êdî ew tiştên ku PKK dike ne yên qebûlkirinê ne.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.