Encamnameya Hevdîtina Aliman a 4emîn hat weşandin

Encamnameya Hevdîtina Aliman a 4emîn hat weşandin

Yekîtîya Medrese û Aliman dawîya vê heftîyê li Diyarbekirê bi beşdarbûna gelek aliman"4emîn Hevdîtina Aliman"tertîp kir. Civîna ku hat tertîpkirin 2 rojan berdewam kir û wek 3 niştinan hat tertîpkirin.

Ji  Kurdistana Iraq, Tirkîye, Sûrîye û Îranê  gelek alim beşdarî civînê bûn. Di civîna ku 2 rojan wek 3 niştinan berdewam kir de gelek kes derheqê meseleyên rojane û problemên ummeta Îslamê de axavtinan kirin û ji bo çareserîya probleman çareserîyan anîn zimên.

Bernameya ku di 19ê Cotmehê de bi tîlaweta Qur’anê dest pê kir di 20ê Cotmehê de bi encamnameya ku bi Kurmancî, Soranî, Erebî û Tirkî hat xwendin bi dawî bû.

Encamnameya ku hat belavkirin wisa ye:

1-  Li welatên muslumanan, problem û pirsgirêkên xelqê, jiber ku li gor esasê ‘edaletê nayên çareserkirin; derd û problem mezintir dibin û dibe sebeb û zemîna ku emperyalîst coxrafyayê ummetê îşxal dikin, ji îxtîlafê navbeyna me îstîfade dikin û xwîna muslumanan dirjînin û dewlemendîyên me talan dikin.  

2- Em gazî serok û îdarevanên welatên muslumanan dikin ku guh bidin emr û nehyê Xwedayê Teala, meslehet û xêra xelqê bibînin û ji bin zext û tesîra hêz û welatên xerbî azade hereket bikin.

3- Wezîfa ‘aliman ew e ku weka ‘Esra Seadetê, xwe bi emrê Xweda û sunneta Resûlê Ekrem bigrin, di muxtelîf warê heyatê de ji millet re rêberî bikin û di çareserkirina derdên wan de jîr û jêhatî bin.

4- Ji bona Medenîyeta Îslamê dîsa, vegere wan dewr û dewrana xwe ya muhteşem, lazime ‘alim û medrese, mesûlîyetê bigrin ser milê xwe û di vî warî de projeyan çê bikin.

5- Divê ‘alim cehd û ğeyret bikin ku civat neçe îfrat û tefrîtê, hem ‘eqîdewî hem jî ‘amelî li ser rêya wasat be; her weha bi niqaşên mes’eleyên fer’î, civatê ji hevdû belav nekin, bîlekis divê di avakirina sulha civatê de pêşîvan bin.

6- Wesfê herî nişmî yê xelqên musluman, pevgirtina malbatê ye. Jilew em gazî ‘alimên ummetê dikin ku bi xebatên bi ezm û qerar, li hember fesadbûna civatê, bîlxasse li ber fesadbûna qîz û jin û ciwanan bisekinin. ‘Alim digel medreseyan, divê xwe bighînin ciwanan, ji wan re hêvîdar bin, li gorî taqet û îmkanê xwe, derdên wan çareser bikin.

7- Lazime kevneşopîya esasê medreseyên me neyê îhmalkirin, lê pêdivîyên însanên roja me jî bên dîtin û li gorî wê, sîstemeke nû ya perwerdehîyê bê çêkirin, daku karibe nesleke wê pêşîvanîya milletê bike bigihîne. Bi vê armancê, divê komîsyonek bê sazkirin.

8- Jin, parçeyeke girîng ya ummetê pêk tînin. Perwerde û gihandina wan, teqdîrkirina qedr û qîmeta wan û bicîkirina wan li ser meqamê ku Xwedayê Teala daye wan, wecîbeke mecbûrî ye ku nayê taloqkirin.

9-   Zarok di umrê biçûk da, divê teşwîqî xwendin û medreseyê bên kirin û li gorî çaxê wan, lazime modeleke perwerdeyê bê hazirkirin. Piştî tehsîlkirina ‘ilmên Îslamî, xwendekar li gorî eleqe û qebîlîyetên xwe, divê teşwîqî warê îhtîsasê bên kirin û di van sehan da bên pisporkirin. Jibona bighên vê meqsedê jî, wasîte û îmkanên hewce, divê ji wan re bên amadekirin.

10- Wasîteyên nû yên komînîkasyonê, bûne pêdivîyên mecbûrî yên vê dewra me. Jiber vê yekê, lazime ‘alim û medrese, ji vêya bi awayê hewce îstîfade bikin. Daku bi vî şiklî, tiştên feydedar bên peydekirin û yên zerar jî bên mani’kirin.

11- Wezîfa teblîxa Îslamî, wecîbeke mecbûrî ya dînî ye. Jilew divê ‘alim û medrese, ehemmîyeteke xisûsî bidin vê wezîfeyê. Lê lazime ev wezîfa teblîxê, bi basîret û hîkmet, bi pend û şîretên xweşik bê kirin. Weka Allahê Teala ferman kiriye, mucadela di vî warî de, divê xweşiktirîn bê kirin.

12- Li nav ‘alema Îslamê, digel şer û pevçûnên diqewimin, jiber zêde neheqî, bêedaletî û bêqîmbûna ekonomîk, ciwanên me koçî hêla ğerbê dikin. Em gazî her kesî bal mucadeleyê dikin ku li welatên me, bi avakirina sulha civatê, rakirina zulm û neheqîyê, ji ciwanan re peydekirina îmkanên kar û xebatê, li ber vê koçbûnê bisekinin. Divê ev mucadele bê kirin ku xort û ciwanên me, meyla ser fikrên ğerbî nekin û rê li ber xerifîna wan a fikrî bê girtin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler