Erbaş: Divê medrese û akedemî ji hev îstîfade bikin

Erbaş: Divê medrese û akedemî ji hev îstîfade bikin

Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Alî Erbaş destnîşan kir divê medrese û ew zanîngehên ku lê ilmên akademîk hene ji hev îstîfade bikin.

Alî Erbaşê Serokê Karên Diyanetê bo hinek ziyaretan hat Bidlîsê û bi Edîp Necîp Yardimê Rektorê Zanîngeha Bîtlîs Eren re hevdîtin kir û derbarê ehemîyeta medrese û ilmên akademîk ên li zanînghan de nirxandinan kir.

“Divê Medrese û akedemî ji hev îstîfade bikin”

Erbaş di nirxandina ku kir de destnîşan kir Bidlîs bi medreseyên xwe navdar e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber wê yekê divê medrese û ilmên akademîk werin ba hev û ji hev îstîfade bikin. Ger bi vî awayî bê kirin dê gaveke baş bê avêtin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.