Erdogan bersiv da Trump

Erdogan bersiv da Trump

Serokomar Erdogan bersiv da peyama Serokê Amerîkayê Trump û destnîşan kir “Birêz Serok, dema ku me terorîzma ku dijminê sereke ya însanetîyê têk birew ê zêdetir can bên rizgarkirin.”

Piştî  hevdîtina ku di navbera Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Alîkarê Serokê Amerîkayê Mîke Pence de hat kirin re, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî derbarê hevdîtinê de daxuyanîyek belav kiribû û destnîşan kiribû: “Xeberên baş ji Tirkîyê tên. Berî vê kêlîkê min bi Pence û Pompeo re xeber da. Ez ji Erdoganî re spas dikim, ew ê jiyana bi milyonan xelas bike!”

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji ser medyaya civakî bersiv da vê daxuyanîya Trump û wisa got: “Birêz Serok, dema ku me terorîzma ku dijminê sereke ya însanetîyê têk bir  ew ê zêdetir can bên rizgarkirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.