Erdogan dê biçe Rûsyayê
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo niştina çaremîn a Lûtkeya Soçîyê dê biçe Rûsyayê.
Hat ragihandin Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo niştina çaremîn a Lûtkeya Soçîyê dê biçe Rûsyayê.
Erdogan di 23yê Çileyê de ji bo ziyaretinan çûbû Rûsyayê û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re hevdîtin kiribû ku ew ê vê carê jî ji bo niştina çaremîn a Lûtkeya Soçîyê dê biçe Rûsyayê.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di lûtkeya ku dê bê lidarxistin de geşedanên herî dawî yên li Sûrîyê û vekişîna leşkerên Amerîka ya ji Sûrîyê bê gotûbêjkirin.
Tê diyarkirin ew ê lijneyeke ku ji Wezareta Parastina Neteweyî pêk tê jî îro biçe Rûsyayê.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.