Erdogan di 13ê Mijdarê de diçe Amerîkayê

Erdogan di 13ê Mijdarê de diçe Amerîkayê

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber daweta Serokê Amerîkayê Donald Trump dê di 13ê Mijdarê de biçe Amerîkayê.

Hat ragihandin Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ji ber daweta Serokê Amerîkayê Donald Trump dê di 13ê Mijdarê de biçe Amerîkayê.

Erdogan berîya ziyareta xwe ya  Amerîkayê bi Trump re li ser telefonê axivî.

Erdogan derbarê  hevdîtina xwe ya bi Trump re de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir “Hevdîtineke xweş bû. Me di hevdîtinê de micadeleya bi terorê û gelek mijarên din gotûbêj kir.Em ê di 13 ê Mijdarê de biçin Amerîkayê.”

Trump jî derbarê mijarê de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir. Turmp di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ew bi şikleke bêsebir bendewar e ku bi Erdogan re hevdîtinê bike.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.