Erdogan: Di mutabaqata me de tu bi derengî ketin tune ye
Erdogan di daxuyanîya ku li Osakaya Japonyayê piştî civîna G-20î da de destnîşan kir “Di navbera me û Rûsyayê de di warê mûşekên S-400î de tu bi derengî ketin tune ye.”
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Osakaya Japonyayê beşdarî Civîna Lîderan a G-20î bû û di bergaha civînê de bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn re hevdîtin kir.
Erdogan derbarê hevdîtina ku di navbera wî û Putîn de hat kirin de destnîşan kir di hevdîtinê de meseleya mûşekên S-400î hatiye gotûbêjkirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di navbera me û Rûsyayê de di warê mûşekên S-400î de tu bi derengî ketin tune ye.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.