Erdogan: “Dibe ku têkîlîya teqîna li Reyhanliyê bi terorê re hebe”
Serokomar Erdogan piştî nimêja înê derbarê teqîna ku li Reyhanliya Hatayê pêk hat de daxuyanî da û destnîşan kir: “Dibe ku têkîlîya teqîna li Reyhanliyê bi terorê re hebe.”
Îro derdora seat 13.00an de li Reyhanliya Hatayê wesayîtek ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn teqîya û 3 kesên ku di wesayîtê de bûn mirin.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan derbarê vê teqîna ku pêk hat de daxuyanî da û destnîşan kir: “Di pey vê teqînê de çi heye çi tune ye niha hevalên me derheqê vê yekê de xebatan dikin. Ez zen dikim ew ê netîceya vê yekê di demeke kurt de derkeve holê. Dibe ku têkîlîya teqîna li Reyhanliyê bi terorê re hebe.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.