Erdogan: Hûn bi gotina ‘ji vê derê derket û çû’ nikarin xwe xelas bikin

Erdogan: Hûn bi gotina ‘ji vê derê derket û çû’ nikarin xwe xelas bikin

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di daxuyanîya çapemenîyê hevpar a ku digel Serokwezîrê Macaristanê li dar xist de qala bûyera Cemal Kaşikçi kir û wiha got “Rayedarên konsulxanê bi gotina ‘ji vê derê derket û çû.’ Nikarin xwe xelas bikin.”

Erdogan li Macaristanê digel Serokwezîrê Macaristanê Vîktor Orban re daxuyanîyeke çapemenîyê ya hevpar da. Di daxuyanîya çapemenîyê ya hevpar de Erdogan qala bûyera Cemal Kaşikçiyê ku jê ev çend roj in xeber nayê standin de wiha nirxandinan kir: “Rayedarên konsulxanê bi gotina ‘ji vê derê derket û çû.’ Nikarin xwe xelas bikin. Ger ji balyozxanê derketibe û çûbe divê vê yekê bi dîmenan îsbat bikin. Ew kesên ku ji meqamên Tirkîyê dipirsin ‘ka li kû ye’ pêşî divê bipirsin ‘ka ev yek çawa çêbû.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.