Erdogan û Putîn derbarê Sûrîyê de hevdîtin kirin
Serokê Rûsyayê Pûtîn û Serokomar Erdogan li ser telefonê derbarê êrîşên ku li Xutaya Rojhilat û Dumayê hatin kirin de axivîn.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê îro li ser telefonê hevdîtinek kirin û derbarê êrîşên ku li Xutaya Rojhilat û Dumayê hatin kirin de axivîn.
Hat ragihandin di hevdîtina li ser telefonê de Pûtîn derbarê êrîşên ku hatine kirin de endîşeyên xwe anî zimên. Her wisa Erdogan jî li ser ehemîyeta digel hev xebitînê û girtina pêşîya êrîşan de hest û ramanên xwe anî zimên.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.