Êrîş li artêşa Çad hat kirin: 92 mirî

Êrîş li artêşa Çad hat kirin: 92 mirî

Serokomarê Çadê Idriss Déby Itno destnîşan kir di encama êrîşa ku ji teref rêxistina Boko Haramê vehat lidarxistinde 92 leşker canê xwe ji dest dan.

Itnoyê ku herêma ku lê êrîş hat lidarxistin ziyaret kir derbarê mijarê de diyar kir “Cara ewil ev qas zilamên me tên kuştin.”

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin pevçûna ku rû daye nêzî 7 seatan berdewam kiriye û ew yekîneyên ku ji bo taqwîyê çûbûn alîkarîya leşkeran jî hatine hedefgirtin.

Tê diyarkirin di encama êrîşa ku hat lidarxistin de 24 wesayîtên bi zirx hatin îmhakirin û ji teref Boko Haram ve dest hat danîn li ser çekan.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler