Êrîş li Raşîd Dostûmê ku vegerîya welatê xwe hat kirin: 10 mirî

Êrîş li Raşîd Dostûmê ku vegerîya welatê xwe hat kirin: 10 mirî

Êrîş li Alîkarê Serokomarê Efxanîstanê Raşid Dostûmê ku ev demeke dirêj e li Tirkîye bû hat rastkirin. Li gor agahîyên ewil 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Êrîş li Alîkarê Serokomarê Efxanîstanê Raşid Dostûmê ku ev demeke dirêj e li Tirkîye bû hat rastkirin. Li gor agahîyên ewil 10 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Wezîrê Karûbarên Hundur Najîp Danîsh derbarê teqînê de agahî da û îfade kir ku êrîşa xwekujîyê bi wesaîtê hatîye rastkirin. Danîsh, îfade kir ku di êrîşê de Dostûm  birîndar nebûye û herî hindik 10 kesan jiyana  xwe ji dest dane.

Hat hînbûn ku kesên jiyana xwe ji dest dane ji ekîba parastina Dostim e û tu tiştek bi Dostim nehatiye.

Berî vê 15 mehan, Dostûm ji ber bûyerên li bakûrê Efxanîstanê qewimî bû welat terk kiribû û hatibû Enqerê. Hatibû îfadekirin ku Dostûm ji bo tedawîyê hatiye Tirkîye û li vir bi Serokê Partîya Îslamî Gulbeddîn Hîkmetyar û bi hin karbidestên Efxanîstanê re hevdîtin kirîye. Hatibû îfadekirin ku di van hevdîtinan de têkiliyên Dostim û rêveberîya Kabîlê hatine dirustkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.