Êrîşa çekdarî li navenda Hareketa Goranê hat kirin

Êrîşa çekdarî li navenda Hareketa Goranê hat kirin

Êrîşa çekdarî li navenda Hareketa Goranê ya li Silêmanî hat kirin, di êrîşê de 6 kes birîndar bûn.

Hat ragi handin li Kurdistana Iraqê êrîşa çekdarî li navenda Hareketa Goranê ya li Silêmanî hat kirin, di êrîşê de 6 kes birîndar bûn.

Bûyer di 12ê Gûlanê di wextên êvarî de pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin dema ku li navena Hareketa Goranê civîn dihat kirin bi çekan êrîş hat kirin. Piştî êrîşê kesên êrîşkar ji cihê bûyerê revîyan. Di encama êrîşê de 6 kesên ku di nav de siwîl û endamên Goranê jî hebûn birîndar bûn.

Piştî bangewazîya Goranê gelek kes li cihê ku êrîş lê hat kirin civîyan.

Di KNNya televîzyona Goranê de hat îddîakirin êrîş bi talîmata Berpirsîyarê Îstîxbarata Yekîtîya Niştîmana Kurdistan  Lahur Şêx Cengî ve hatiye kirin.(ÎLKHA)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.