Êrîşa hovane li pîreka bi hîcab hat kirin:Tu nikarî bi hîcabê di daîreya dewletê de bigerî

Êrîşa hovane li pîreka bi hîcab hat kirin:Tu nikarî bi hîcabê di daîreya dewletê de bigerî

Pîrekekê êrîş bir li ser pîrekeke din a bi tesettur a ku li daîreya dewletê di dorê de bû û heqaretan lê kir û got “Tu nikarî bi hîcaba xwe di daîreya dewletê de bigerî.”

Pîrekeke ku ji însanetîyê nesîbê xwe nestandibû li daîreyeke dewletê êrîş bir li ser pîreka bi tesettur a ku li daîreya dewletê di dorê de bû. Pîreka bi hîcab dema ku di dorê de disekinî pîreka din êrîşî kiriyê û jê re got: “Ev der Tirkîye ye, li vê derê qanûnên Ataturk derbas dibin.”

Pîreka hov û êrîşkar ji pîreka bi tesettur re tilîya xwe hejand û êrîşa xwe wisa domand: “Tu biçe Îranê. Ev der Tirkîye ye, li vê derê qanûnên Ataturk derbas dibin. Qanûna cil û bergan heye, tu nikarî di daîreya dewletê de wisa bigerî. Here mala xwe.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.