Êrîşa ku hatiye kirin êrîşa plankirî ya terorîstên xaçperest e

Êrîşa ku hatiye kirin êrîşa plankirî ya terorîstên xaçperest e

Di daxuyanîya çapemîyê ya ku ji teref Şaxa Diyarbekirê yê Cemîyeta Mustazafan ve hat belavkirin de derbarê qetlîama camîyê de destnîşan kir “Êrîşa ku hatiye kirin êrîşa plankirî ya terorîstên xaçperest e.”

Li ChristChurcha New Zelandê  êrîşa çekdarî li du camîyan hat kirin. Di êrîşa terorê ya ku di wextê nimêja înê hat kirin de 49 Misliman hatin şehîdkirin û 20 jê giran 48 Misliman jî birîndar bûn. Derbarê vê qetlîama ku hat kirin de ji teref Şaxa Diyarbekirê yê Cemîyeta Mustazafan ve piştî nimêja înê li ber Mizgefta Mezin a Sûra Diyarbekirê daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn.

Berîya daxuyanîya çapemenîyê  ji bo Mislimanên ku di qetlîamê de hatin şehîdkirin nimêja cenazê ya xiyabî hat edakirin û dû re daxuyanîya çapemenîyê hat xwendin.

Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Muzaffer Beber ve hat xwendin.

“Ji alîyekî ve dewletên emperyal  axên me îşxal dikin û ji alîyên din be xulam û xizmetkarên wan jî li Xerbê xwîna birayên me dirjînin”

Beber di destpêka daxuyanîya xwe de ji Sûreya Bakarayê ayeta 114emîn di bîran xist û destnîşan kir “Di êrîşa ku di wextê nimêja înê hat kirin de 49 Misliman hatin şehîdkirin.” Beber dû re wiha li daxuyanîyê zêde kir: “ Navê vê êrîşa ku tê de 49 Misliman hatin şehîdkirin û bi dehan Misliman jî hatin birîndarkirin ‘terorîzm’ e. Ev êrîş ji nişka ve bi avêtina aqil nehatiye kirin; berewajî ev êrîşa ku hatiye kirin êrîşa plankirî ya terorîstên xaçperest e. Ew kesên ku ji doh heta îro nirxên Îslamê binpê kirine û êrîş birine li ser Îslam û pîrozahîyên wê, îro dîsa bi heman hovîtîyê êrîşî Mislimanan  kirin. Ev êrîş ji ber dijmintîya ku li Îslamê tê kirin, hatiye kirin. Ji alîyekî ve dewletên emperyal  axên me îşxal dikin û ji alîyên din be xulam û xizmetkarên wan jî li Xerbê xwîna birayên me dirjînin.”

“Di van salên dawî de li Ewrûpayê  êrîşên ku li Mislimanan, nexasim jî êrîşên ku li pîrekên bi hîcab û camîyan hatin kirin zêde bûn ku ev êrîş nîşaneya êrîş û qetlîama ku îro hat kirin bûn”

Beber di berdewama daxuyanîyê de destnîşan kir ev wehşeta dawî dûrîtîya welatên Xerbî nîşan da û dû re wiha li daxuyanîyê zêde kir: “ Di van salên dawî de li Ewrûpayê  êrîşên ku li Mislimanan, nexasim jî êrîşên ku li pîrekên bi hîcab û camîyan hatin kirin zêde bûn ku ev êrîş nîşaneya êrîş û qetlîama ku îro hat kirin bûn.  Ji vê yekê ew dewletên Xerbî yên ku li dijî van êrîşên ku tên kirin û cezayên giran ji êrîşkaran re nadin berpirsiyar û mesûl in. Ew hewl didin nûra Îslamê bitefinîn; lê belê ew tu carî di vî warî de bi sernekevin.”

“Heta ku ji me kesek bi xwe jî bimîne  em ê li pîrozîyên xwe xwedî derkevin, em ê wan mizgeftên xwe yên ku hûn dixwazin  wanan xera bikin biparêzin û em ê di vê oxirê de canê xwe feda bikin”

Beber di dawîya daxuyanîyê de ji Xweda ji bo wan kesên ku şehîd bûne rehmet, ji bo birîndaran şifa û ji bo nasên wan sebir teleb kir û destnîşan kir: “ Em cardin ji vê derê bang li temamê mustekbîran dikin. Heta ku ji me kesek bi xwe jî bimîne  em ê li pîrozîyên xwe xwedî derkevin, em ê wan mizgeftên xwe yên ku hûn dixwazin  wanan xera bikin biparêzin û em ê di vê oxirê de canê xwe feda bikin. Em ê tu carî rê nedin terora xaçperest û terora siyonîst.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.