Êrîşkarê ku êrîş bir li ser mamosteya bi hîcab hat tewqîfkirin

Êrîşkarê ku êrîş bir li ser mamosteya bi hîcab hat tewqîfkirin

Berrak K.yê ku li Beşîktaşê êrîşî mamosteya bi hîcab kir ji teref mehkemê ve hat tewqîfkirin.

 Hat ragihandin Berrak K.yê ku li Beşîktaşê êrîşî mamosteya bi hîcab kir ji teref mehkemê ve hat tewqîfkirin.

Berî vê çendakî li Beşîktaşa Stenbolê kesê êrîşkar ê bi navê Berrak K. Dema ku ji ba mamosteyeke bi hîcab derbas dibû ji nişka ve êrîşî kir û dû re ji cihê bûyerê revîya.

Di encama xebatên ku ji teref polêsan ve hatin kirin de kesê êrîşkar li Buyukçekmeceyê hat binçavkirin û hat derxistin mehkemê.

Êrîşkarê ku hat derxistin mehkemê hat tewqîfkirin.

Êrîşkar him êrîşê li dar xist û him jî di îfadeya xwe ya ku da de diyar kir “Ev şexs bi nefretê li min mêze dikir, min jî hema şeqamek lê da.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.