Ev 20 roj in ku rêya gund nikare bê vekirin
Li Mûşê ji ber berfa ku zêde barîya rêya gelek gundan hatibû girtin ku yek ji wan gundan jî gundê bi navê Uçevler Grup e ku ev 20 roj in rêya gund nikare bê vekirin.
Hat ragihandin li Mûşê ji ber berfa ku zêde barîya rêya gelek gundan hatibû girtin ku yek ji wan herêmên ku rê lê hatibû girtin herêma bi navê Uçevler Grup e ku ev mehek e ku rêya 9 gund û 22 nikare bê vekirin. Ji bo rê bên vekirin ev 20 roj in ku xebat tên kirin; lê belê ji ber berfa ku zêde barîya rêya gundik û gundikan nikare bê vekirin.
Ekîbên Îdareya Taybet ê Bajêra Mûşê ev 20 roj in bi 5 mekîneyên kar bênavber dixebitin da ku rêya gund û gundikan bên vekirin.
Midûrê Îdareya Taybet ê Bajêra Mûşê Mehmetşah Şenturk derbarê mijarê de diyar kir ekîbên wan hewl didin bi bin şert û mercên giran de rêya gund û gundan vekin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em hêvî dikin rêya herêma ku lê zêde berf barîye di navbera 2-3 rojan de bê vekirin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.