“Ew ê di encama lêpirsînê de temamê rastîyan derkevin holê”

“Ew ê di encama lêpirsînê de temamê rastîyan derkevin holê”

Alîkarê Serokwezîr Fîkrî Işik derbarê êrîşa li Zanîngeha Eskîşehîrê de destnîşan kir “Em dizanin bûyer bi şikleke hûrgilî tê lêkoklînkirin, ew ê di encama lêpirsînê de temamê rastîyan derkevin holê.”

Fîkrî Işikê Alîkarê Serokwezîrê ku bo ziyaretinan hat Bîngolê, piştî ziyareta ku li Walîtîyê kir re bi endamên çapemenîyê hat bal hev û derbarê rojavê de daxuyanî da.

Işik di daxuyanîya ku da de derbarê êrîşa ku doh li Zanîngeha Eskîşehîrê hat kirin û tê de 4 akademîsyen hat kuştin de diyar kir bûyer tê lêkolînkirin û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bûyereke kovandar e. Mirina 4 însanên masûm me temaman êşand. Ez sersaxîyê didim temamê camîaya akademîyê. Em dizanin bûyer bi şikleke hûrgilî tê lêkoklînkirin, ew ê di encama lêpirsînê de temamê rastîyan derkevin holê.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.