Ew ê ji depremzedeyan re 41 hezar lîre bê dayîn

Ew ê ji depremzedeyan re 41 hezar lîre bê dayîn

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkîyê destnîşan kir ji kesên ku ji ber erdhejê zirar dîtine re tevde 41 hezar lîre bê dayîn.

Suleyman Soyluyê Wezîrê Karên Hundir digel çend wezîran derheqê erdheja ku li Xarpêtê pêk hat de daxuyanîyek da.

Soylu di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, ji bo wan kesên ku malên wan zirareke zirar dîtine û dê bên xerakirin 30 hezar lîre û ji bo wan kesên ku kirê de ne re jî 11 hezar lîre alîkarî bê kirin.

Soylu di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew ê ji bo wan kesên ku malên wan zêde zirar nedîtine re jî 5 hezar lîre alîkarî bê kirin û bi şikleke bêfaîz 27 hezar lîre kredî bê dayîn.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.