Ew ê qurbanên xêrxwazan li Ugandayê êtîman kêfxweş bikin

Ew ê qurbanên xêrxwazan li Ugandayê êtîman kêfxweş bikin

Weqfa Yetîman a Diyarbekirê bi qurbanên ku ji teref xêrxwazan ve hatine bexşkirin dê li Ugandayê êtîman kêfxweş bikin.

Weqfa Yetîman a ku navenda wê li Diyarbekirê ye û bi xebatên ku dike kesên feqîr û jar kêfxweş dike, xebatên xwe yên li Ugandayê didomîne. Weqfa Yetîman di bergeha xebatên qurbanê de li Ugandayê dest bi serjêkirina qurbanan kir. Goştên qurbanên ku tên serjêkirin dê di serî ji kesên êtîm ên ku êtîmxaneyan de dimînin û ji her wisa ji kesên feqîr û jar re bên belavkirin.

“Bi izna Xwedê em goştê qurbanên ku hatine serjêkirin li bajêr bo kesên feqîr û êtîm belav bikin”

Sabahattîn Ugarê Dildarê Weqfa Yetîman derbarê xebatên qurbanê de diyar kir li kû derê dinyayê dibin bile bibin ew hewl didin ji kesên êtîm re destê alîkarîyê dirêj bikin. Ugar dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em niha wek Weqfa Yetîman a Diyarbekirê li bajêra Sorotîyê li cihê serjêkirina qurbanan in. Çawa ku em hewl didin li ba temamê êtîmên li ser erdnigarîya mexdûr bin, bi heman awayî em îro bo li ba birayên xwe yên feqîr bin, îda wan pîroz bikin û qurbanên xwe li wan belav bikin li Ugandaya Efrîqayê ne. Me qurbanên xwe li Ugandayê serjê kir. Bi izna Xwedê em goştê qurbanên ku hatine serjêkirin li bajêr bo kesên feqîr û êtîm belav bikin. Ez li ser navê kesên feqîr û êtîm ji wan kesên xêrxwaz ên ku qurbanên xwe ji me re bexşkirine re spas dikim.”

“Xweda ji xêrxwazên me razî be”

Ugar di dawîya axavtina xwe de diyar kir ew her tim û li her derî çûne hawara êtîman ve û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ne tenê li ve derê, bi heman awayî hewl didin xwe bigihijînin temamê êtîmên li ser erdnigarîya mezlûm. Dîsa di vê îdê de jî wek wan îdên din em qurbanên xwe serjê dikin. Goştên qurbanên ku hatine serjêkirin, înşaallah di demeke kurt de bigihijin êtîmxaneyan. Xweda ji xêrxwazên me razî be.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.