Ew ê şehîdên 6-8ê Cotmehê bên bîranîn

Ew ê şehîdên 6-8ê Cotmehê bên bîranîn

Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di 6-8ê Cotmeha sala 2014an de goştê qurbanên belav dikirin û ji teref PKK/HDPyîyan ve bi şikleke hovane hatin qetilkirin dê li Diyarbekirê bên bîranîn.

Hat ragihandin Yasîn Boru û hevalên wî yên ku di 6-8ê Cotmeha sala 2014an de dema goştê qurbanên belav dikirin ji teref PKK/HDPyîyan ve bi şikleke hovane hatin qetilkirin, li Diyarbekirê bi panela ku dê ji teref Cemîyeta Mustazafan û Platforma Kerwana Şehîdan ve bê tertîpkirin dê bên bîranîn.

Ji ber minasebeta salvegera şehadeta Yasîn Boru, Hasan Gokgoz, Huseyîn Dakak, Rîyad Guneş, Turan Yavaş û Cumalî Guneşê ku di 6-8ê Cotmeha sala 2014an de ji teref HDP/PKKyîyan ve hatin şehîdkirin, li Diyarbekirê dê panelek ji teref Cemîyeta Mustazafan û Platforma Kerwana Şehîdan ve bê tertîpkirin.

Xelkê Diyarbekirê hat vexwandin panela bi navê “Qetlîama 6-8ê Cotmehê û Encamên Wê.”

Panel dê di 6ê Cotmehê de li Navenda Kongreyê ya Şaredarîya Bajêra Mezin a Diyarbekirê bê tertîpkirin û ew ê di 7ê Cotmehê de şehîdên 6-8ê Cotmehê li ber serê qebrên xwe bên yadkirin.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler