Ew ê serokatîya 9 şaredarîyan ên ku HDP qezenc kiribû bê dayîn AK Partîyê

Ew ê serokatîya 9 şaredarîyan ên ku HDP qezenc kiribû bê dayîn AK Partîyê

Hat ragihandin ew ê serokatîya 9 şaredarîyan ên ku HDP qezenc kiribû bê dayîn AK Partîyê.

Doh Lijneya Hilbijartina Bilind bi qerara ku dabû destnîşan kiribû ku ew ê ji wan kesên ku berî niha bi qerarnameya di hukmê qanûnê de ji wezîfê hatine dûrxistin û di hilbijartinan  de ji serokatîya şaredarîyê re hatine hilbijartin re mazbatê neyê dayîn.

Piştî vê qerarê tê diyarkirin ew ê serokatîya 9 şaredarîyan ên ku HDP qezenc kiribû bê dayîn AK Partîyê.

Di nav van şaredarîyên ku serokatîya wan ji teref HDPê ve hatibûn qezenckirin û tê diyarkirin ew ê bên dayîn AK Partîyê şaredarîya Sêrtê, Baglar û Licêya Diyarbekirê, Çaldiran, Edremît, Tişba û Hevrîşîma Wanê, Dagpinara Dîgora Qersê û Tekmana Erzûrûmê heye.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.