Ew qerara darazê ya derbarê birêvebirên HUDA PARê de hatiye dayîn divê bên betalkirin

Ew qerara darazê ya derbarê birêvebirên HUDA PARê de hatiye dayîn divê bên betalkirin

Serokê Giştî yê ÎMKANDERê Murat Ozer destnîşan kir dosyaya cezayê ya derbarê birêvebirên HUDA PARê de ji teref hakim û dozgerên FETO ve hatiye amadekirin û diyar kir divê qerara mehkûmîyetê ya ku hatiye dayîn bê betalkirin.

Cezaya ku di doza kumpasê ya ku ji teref FETO ve hat tertîpkirin de ji Alîkarên Serokê Giştî yê HUDA PARê Seîd Şahîn û M. Bahattîn Temel û ji Rojnameger Fîkret Gultekîn re hat dayîn ji teref Dadgeha Bilind ve hat tesdîqkirin. Piştî ku qerar hat dayîn re gelek STKyan ji qerarê bertek nîşan dan û bertek hêj berdewam dikin.

Serokê Giştî yê ÎMKANDERê Murat Ozerê ku derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî destnîşan kir qerar ne hiqûqî ye û pêwîst e bê betalkirin; lewra ew kesên ku darizandinê kirin û ew kesên ku di vî warî de hukum dan û her wisa ew endam û hakimên cezaya giran dû re derket holê ku beşdarî teşebûsa darbeya 15ê Tîrmehê bûne.

“Ew qerara darazê ya derbarê birêvebirên HUDA PARê de hatiye dayîn divê bên betalkirin”

Ozer di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser HUDA PARê û wiha axivî: “HUDA PAR bi lênerîna xwe ya cîhanê, bi desteka ku da Tifaqa Cumhurê  îtîbara xwe ya li ba xelkê xwe yê li Rojhilat û Başûrê Rojhilat mihafeze kir û di demên muhîm de li ba hikûmetê cî girt û li herêmê rê li ber terorê venekir û li ber wan bû bend. Niha birêvebirên HUDA PARên tên cezakirin ku ev yek  nîşan dide ku hinek kesên di nav siyaset, daraz û burokrasîyê de naxwazin problemên li Tirkîyê adilane û aştîyane bên çareserkirin û dixwazin problemên heyî mezin bibin û ji bo welat teslîmî kaos û alozîyê bibe, ji nû ve bûyerên şiddetê dest pê bikin her çi ji destên wan tê dikin. Dema ku mesele di vê çarçovê de bê nirxandin wê demê pêwîst e ew qerara darazê ya ku derbarê birêvebirên HUDA PARê de hatiye dayîn divê bên betalkirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.