Ew şoba gerdûnî ji bo wan penaberên ku di kampên penaberan de dijîn jî gefeke mezin e”

Ew şoba gerdûnî ji bo wan penaberên ku di kampên penaberan de dijîn jî gefeke mezin e”

Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam di daxuyanîyaheftîyane ya derveyî welêt de balan kişand li ser tesîra corona vîrusê ya li ser welatên ku li ser wan mueyyîde û ambargo tê sepandin.

Saglam ji bo ambargo û mueyyîdeya li ser wan welatan bê şikandin bang li Teşkîlata Hevkarîya Îslamê kir û balan kişand li ser rewşa wan penaberên ku di kampên penaberan de dijîn.

“Li Xazzeya ku ev bû 14 sal di bin dorpêçê de ye jî xizmetên tenduristîyê, binesazî û perwerdehîyê zirarê dibînin û tedarikirina pêdivîyên rojane yên gelê Xazzê tê astengkirin“

Saglam di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir Îran û Xazzeya ku di bin ambargoyan de ne û bi mueyyîdeyan re rûbirû mane di warê micadeleya li dijî corona vîrusê de micadeleyeke baş nikarin bidin û dû re wiha li got: “ Ji ber Covîd-19ê ku li cîhanê bû şobeke gerdûnî heta niha zêdetirî 10 hezar kes canê xwe ji dest dan û her wisa aborîya cîhanê taxrîbateke mezin dît. Amerîka ji wê peymana nukleer a ku di navbera welatên P5+1 de hat îmzekirin vekişîya û li hember Îranê mueyyîdeyên aborî dabû destpêkirin. Ew ambargoya ku zirarê dide aborîya Îranê dibe asteng ku Îran dermanên ku pêdivîyên temel in bi xwe jî tedarik bike. Îro ji ber van ambargo û mueyyîdeyan malzemeyên pêwîst nikarin bên tedarikkirin ku ji ber vê yekê her ku diçe hejmaran kesên ku ji ber corona vîrusê canê xwe ji dest didin zêde dibe. Li Xazzeya ku ev bû 14 sal di bin dorpêçê de ye jî xizmetên tenduristîyê, binesazî û perwerdehîyê zirarê dibînin û tedarikirina pêdivîyên rojane yên gelê Xazzê tê astengkirin. Ew nexweşîya şobê ya ku bûye şobeke gerdûnî li wan herêmên ku lê ambargo û dorpêç heye gefê li jiyana bi milyonan însanan dixwe.”

 “Teşkîlata Hevkarîya Îslamî ji bo destekê divê dest bi hereketê bike”

Saglam di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir divê ambargo û dorpêç bi seferberîyeke navnetyeweyî bê şikandin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Di vê pêvajoya corona vîrusê de divê di serî li dijî Amerîka û birêveberîya îşxalker û her wisa li dijî wan rejîmên ku gel û dewletan bi şikleke xeyrî meşrû ceza dike  seferberî bê destpêkirin  û ew ambargo û dorpêç bên şikandin. Divê ji wan gelên mexdûr ên ku bi corona vîrusê û qeyrana aborî re micadele dikin re alîkarîya malzemeya tibbî bê kirin û ji wan re alîkarî bê kirin da ku însan nemirin. Teşkîlata Hevkarîya Îslamî ji bo desteka aborî divê dest bi hereketê bike.”

“Ew şoba gerdûnî ji bo wan penaberên ku di kampên penaberan de dijîn jî gefeke mezin e”

Saglam di dawîya daxuyanîya xwe de bang li raya gişît kir da ku şert û mercên jiyanê ya penaberên ku di kampan de dijîn bên başkirin û dû re wiha dawî li daxuyanîya xwe anî: “Ew şoba gerdûnî ji bo wan penaberên ku di kampên penaberan de dijîn jî gefeke mezin e. Penaberên ku di kampan de dijîn ji xurek, erzaq, amûrên paqijîyê mahrûm in û bi sermayê re rûbirû mane ku ger şob di nav wan de jî belav bibe ew ê wê demê ew şob gefê li jiyana bi milyonan însanan bike. Ger tedbîr neyên standin ew ê nikaribe pêşîya mirinan bê girtin. Sazîyên navneteweyî ji ber vê yekê divê demildest dest bi hereketê bikin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.