Ew wesfê îsyankar a ku ji bo Şêx Seîd tê gotin divê bê rakirin

Ew wesfê îsyankar a ku ji bo Şêx Seîd tê gotin divê bê rakirin

​Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARêdestnîşan kir pêwîst e, ew têgeha “îsyankar” a ku ji teref îdeolojîya Kemalîst ve li mekteban ji bo Şêx Seîd tê bikaranîn bê rakirin.

Ji teref Şaxa Diyarbekirê ya Cemîyeta Mustazafan ve ji ber minasebeta salvegera şehadeta 94emîn a Şêx Seîd û hevalên wî piştî nimêja înê li ber Mizgefta Sûra Diyarbekirê daxuyanîya çapemenîyê hat dayîn.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin ev bi salan e ku cihê qebrên Şêx Seîd û hevalên wî tên veşartin ku ev yek bi xwe jî zilmeke mezin e.

Piştî daxuyanîya çepemenîyê ya ku hat dayîn re Mihemed Huseyîn Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re nirxandinan kir.

Yilmaz di nirxandina ku kir de banga eşkerekirina cihê qebra Şêx Seîd û hevalên wî kir û destnîşan kir “ Eşkerekirina cihê qebra Şêx Seîd û hevalên wî teleba xelkê Kurd e. Di dema heyama ‘Mîllî Şef’ de gelek zilmên mezin li xelkê Kurd ê Misliman hatin kirin ku wê heyamê CHP li serî bû. Ji ber van zilman divê ji xelkê Kurd ê Misliman lêborîn bê xwestin.”

 “Pêwîst e, ew têgeha ‘îsyankar’ a ku ji teref îdeolojîya Kemalîst ve li mekteban ji bo Şêx Seîd tê bikaranîn bê rakirin”

Yilmaz di berdewama daxuyanîya ku da de destnîşan kir divê cihê qebra Şêx Seîd bê eşkerekirin û ji ber wan zilmên ku wê heyamê hatine kirin lêborîn bê xwestin. Yilmaz dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Şert û mercên Tirkîyê yên niha û yên di dema damezrandina Tirkîyê de ne wek hev in. Şert û merc hatine guhartin û telebên ku dê nebin sedema xeterê hene ku ev teleb ên însanî ne. Berê him zilm li Şêx Seîd û hevalên wî kirin, ew qetil kirin û him jî cihê qebrên wan veşartin. Lewra ji qebrê wan bi xwe jî tirsîyan. Şêx Seîd û hevalên wî li ber çavê xelkê me bi qedr û qiymet in. Ji ber vê yekê divê dawî li wan îftîra û îthamên ku zirarê didin vê qedr û qiymetê bê anîn. Nexasim, pêwîst e, ew têgeha ‘îsyankar’ a ku ji teref îdeolojîya Kemalîst ve li mekteban ji bo Şêx Seîd tê bikaranîn bê rakirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.