Fatûraya bûyerên ku di 6-8ê cotmehê de pêk hatin ji 34 kesên aware re hat birîn

Fatûraya bûyerên ku di 6-8ê cotmehê de pêk hatin ji 34 kesên aware re hat birîn

Parêzer Kaya Kartalê Sekreterê Giştî yê Mazlum-Derê yê ku derheqê bûyerên 6-8ê Cotmehê û darizandina ku piştî bûyeran hat kirin de axivî destnîşan kir “Fatûraya bûyerên ku di 6-8ê cotmehê de pêk hatin ji 34 kesên aware re hat birîn.”

Ji ser bûyerên 6-8ê Cotmehê yên ku bi hinceta Kobanê hatin derxistin û yê de Yasîn Boru û hevalên wî û her wisa li gelek bajarên din çend kesên din ji teref HDP/PKKyîyan ve hatin qetilkirin 5 sal derbas bûn. Di darizandina ku piştî bûyeran hat kirin de doz ji teref gelek parêzeran ve hat taqîbkirin û di encama darizandina ku hat kirin de ji 24 kesan re ceza hat birîn.Lê belê ew kesên ku rayedarên HDPê bûn û musebbîbêb esil ên bûyeran bûn qet ceza naxwarin. Parêzer Kaya Kartalê ku derheqê bûyerên 6-8ê Cotmehê û darizandina ku piştî bûyeran hat kirin de axivî destnîşan kir “Fatûraya bûyerên ku di 6-8ê cotmehê de pêk hatin ji 34 kesên aware re hat birîn.”

 “Ew kesên ku xelkê xewndin kolanan hêj berpirsîyar in”

Parêzer Kaya Kartalê ku derheqê bûyeran de axivî destnîşan kir divê li wan sebebên ku bûyerên 6-8ê Cotmehê dan destpêkirin bê mêzandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bûyerên 6-8ê Cotmehê di dema pêvajoya çareserîyê berdewam dikir pêk hatin. Di pêvajoyê de ji ber hinek meseleyên ku li Sûrîyê rû dan, nexasim jî ji ber bûyerên Kobanê HDPê daxuyanîyek da. Di vê daxuyanîyê de xelk hat vexwandin kolanan.  Ev bang ne banga meş û xwepêşanê bû.  Ev kesên ku vê bangê kirin di bin vê bangê de man.  Hêj hisabê wan sûcên ku hatine kirin nehatiye pirsîn. Ew kesên ku xelkê xewndin kolanan hêj berpirsîyar in.”

 “Ewlehîyê pêşîya wan  kesên ku meyla wan li cinayetê hebû negirt”

Kartal di berdewama axavtina xwe de diyar kir, ji ber pêvajoya çareserîyê di dosyaya dozê de hinek problem derketin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber pêvajoya çareserîyê ehemîyet nehat dayîn doza Yasîn Boru û hevalên wî. Dema ku bûyer berdewam dikirin gelek zêde îhmalên ciddî û muhîm çêbûn. Me di dosyaya Yasîn Boru vî tiştî dît: Polêsan xwe xistine muhafezê û li derve çi diqewime û çi tê serê kî, kî tê kuştin serê xwe pê neêşandine û ji xwe re nekirine xem. Ewlehîyê pêşîya wan  kesên ku meyla wan li cinayetê hebû negirt û serê xwe bi tiştekî neêşand.”

 “Lêpirsîn bi delîlên ku me bi xwe peyde kir berdewam kir”

Kartal di berdewama axavtina xwe de diyar kir, qet ehemîyet nehat dayîn lêpirsîna derheqê bûyeran de û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Digel temamê telebên parêzeran ji bo wê lêpirsîna ku li Diyarbekirê dest pê kir delîl pir bi derengî hatin berhevkirin.  Hetta rewş kete asteke wisa ku, ew kesên ku nasên kesên qetilkirîbûn bi xwe delîlan berhev dikirin û dibirin ewlehîyê.  Ewlehîyê pir dereng li cihê bûyerê lêkolîn û tehqîqet kir.  Ev yek tesîr li pêvajoya darizandinê kir.  Ji ber ku hinek qeydên kamereyan hebû ev yek bi şikleke erênî li ser dozê tesîr kir. Lê belê ji ber ku qeydên mobeseyan ên di dema bûyeran de tunebûn ev yek bi şikleke neyînî tesîrî dozê kir. Lêpirsîn bi delîlên ku me bi xwe peyde kir berdewam kir.”

 “Fatûraya bûyerên ku di 6-8ê cotmehê de pêk hatin ji 34 kesên aware re hat birîn”

Kartalê ku di berdewama axavtina xwe de diyar kir pêvajoya darizandinê ya ku li Diyarbekirê dest pê kir ji bo zêde dirêj neke hat veguhastin Enqerê û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi qasî ku tê bîra min derheqê 34 kesan de doz hat vekirin.  Ev reqem û bûyerên ku pêk hatine li hev nagirin. Dema ku meriv van her duyan dide berhev kenê meriv bi netîcê tê.  Hinek bûyerên ku lêpirsîna wan berdewam dikin, lê belê hêj me netîceya wan nedît. Fatûraya temamê bûyerên ku di 6-8ê cotmehê de pêk hatin ji 34 kesên aware re hat birîn”

 “Ewlehîyê bi heqê wê wezîfeya xwe bi cî neanîn”

Kartal di berdewama axavtina xwe de diyar kir di pêvajoya bûyeran de ewlehîyê wezîfeya xwe bi cî neanî û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “  Bûyerên 6-8ê Cotmehê bes ji doza Yasîn Boru û hevalên wî ne îbaret e.  Ev bûyerên ku pêk hatin ji ber beyanetên siyasî pêk hatin û dû re ji kontrolê derketin.  Ewlehîyê him mudaxeleyî bûyeran nekir û him jî di dema berhevkirina delîlên bûyerê de wezîfeya xwe bi cî neanî. Bi zanebûn an bêzanebûn ewlehîyê wezîfeya xwe bi cî neanî. Me vê yekê dît.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.