Firotina çekan a Fransayê ya ji bo Siûd zêde bû
Fransa digel ku di warê herba Yemenê de bê rexnekirin jî firotina xwe ya çekan a ji bo Siûd ji sedî 50 zêde kir.
Hat ragihandin Fransa digel ku di warê herba Yemenê de bê rexnekirin jî firotina xwe ya çekan a ji bo Siûd ji sedî 50 zêde kir.
Fransa di sala 2019an de firotina xwe ya çekan ji sedî 30 zêde kir û di sala 2019an de di nirxa 9 milyar û 100 milyon euro ve çek firot. Rêjeya vê firotina çekan a Fransayê ji sedî 50 ji Siûd re ye.
Tê diyarkirin di nav van çekên ku ji teref Fransayê ve ji bo Siûd tên firotin de keştîyên dewrîyê hene ku Siûd bi van keştîyan ji behrê ve êrîşê dibe li ser Yemenê.
Ji teref Navenda Pêşveçûn û Mafên Însanan a Yemenê ve derbarê zarokên ku li Yemenê ji teref koalîsyona Siûd ve hatin şehîdkirin de raportek hatibû weşandin.
Di raporta ku hatibû weşandin de bal hatibû kişandin li ser zarokên ku ji teref koalîsyona Siûd ve hatine şehîdkirin.
Di raportê de hatibû diyarkirin di 4 salan de di encama êrîşên ku ji teref koalîsyoa Siûd ve li Yemenê hatine kirin de 15 hezar û 185 kesên sîwîl şehîd bûn.
Di berdewama raporê de hat diyarkirin ji van kesên ku hatine şehîdkirin zêdetirî 3 hezar kesan zarok û 2 hezar û 587 kes jî pîrek in.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.