Gannuşî bû serokê meclîsa Tunusê

Gannuşî bû serokê meclîsa Tunusê

Raşîd el-Gannuşîyê namzedê Partîya Hareketa Nahdayê di parlementoya nû ya Tunusê de wek serokê meclîsê hat hilbijartin.

Hat ragihandin Raşîd el-Gannuşîyê namzedê Partîya Hareketa Nahdayê di parlementoya nû ya Tunusê de bi 123 dengên ku stand wek serokê meclîsê hat hilbijartin.

Partîya Hareketa Nahdayê di hilbijartinên borî de bûbû yekemîn partî û ji 217 kursîyên ku di meclîsê de bûn 52 kursî qezenc kiribû.

Tê diyarkirin ew ê Partîya Hareketa Nahdayê  ji bo hikûmet bê damezrandin namzedê xwe eşkere bike.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.