Gelo ew ê ew kes ji bo Mislimanên ku li New Zelandê hatin qetilkirin jî bimeşin?
Berdevkê Serokomartîyê Îbrahîm Kalin destnîşan kir “Ew kesên ku ji bo Charlîe Hebdo meşîyan gelo ew ê ji bo Mislimanên ku hatin qetilkirin jî bimeşin?”
Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomartîyê derbarê qetlîama ku li New Zelandê hat kirin û tê de 49 Misliman hatin şehîdkirin de daxuyanîyek da.
Kalin di daxuyanîya ku ji ser medyaya civakî parve kir de destnîşan kir “Ew kesên ku ji bo Charlîe Hebdo meşîyan gelo ew ê ji bo Mislimanên ku hatin qetilkirin jî bimeşin? Encax ew kesên ku êşa wan hevpar be dikarin pêkve şînê bigirin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.