Gelo Leylaya biçûk di wan 17 rojên ku xeber jê nedihatin standin de dijîya?
Ev 18 roje li Leylaya biçûk ya windayî dihat lêgerînê lê belê Leyla mirî hat dîtin. Ji ber ku cesedê wê newerimî bû pirsa, “Gelo Leylaya biçûk di wan 17 rojên ku xeber jê nedihatin standin de dijîya?” anî aqil.
Keça Nîhat û Şukran Aydemîr yên li navenda Agirî îqame dikin Leyla bi dê û bavê xwere ji bo tatîla Cejna Remezanê çûbû gundê Bazirxanê û winda bûbû. Di dawîya lêgerîna 18 rojan de xebera bi jan ya Leyla hat.
Di encam xebatên lêgerînê de li gundê Bazirxanê cinazê Leylaya biçûk hat dîtin.
Cinazê Leyla 2 kîlometreyan dûrî gundê Bazirxanê li ser rêbeja diçe navenda bajêr li kêleka çemekî di nava daran de hat dîtin. Piştî cesed ji teref karbidestan ve hat vekolînkirin hat rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Agirî.
Li gor agahîyên hatin wergirtin cesedê Leylaya biçûk newerîmîbû. Ji ber vê yekê pirsa ecêb Leylaya biçûk nû hatîye kuştin anî rojevê.
Hat hînbûn ku du gundîyên emrê wan di nava 25 û 18 salî de dema gîha diçinî navber dan karê xwe û ji bo kêrê xwe yên bûbûn herî bişûn çûn ser çem û li cinazê Leyla rast hatin.
Hat îfadekirin ku piştî agahî hat dayîn bavê Leyla, Nîhat Aydemîr bi cendermeyan re di saet 17.45 an de hatin cîyê bûyerê û cinazê Leylaya biçûk teşhîs kir.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.