Ger di rêya te de şehadet hebe tu dikarî bawer bikî ku tu di rêya rast de yî

Ger di rêya te de şehadet hebe tu dikarî bawer bikî ku tu di rêya rast de yî

Parêzer Emîn Guneş diyar kir “Ger di wê rêya ku tu tê de yî de şehadet hebe tu dikarî bawer bikî ku tu di rêya rast de yî.”

Ji teref Weqfa Evîndarên Pêxember ve li Rihayê bernameya Mekteba Sîyerê hat tertîpkirin. Bername bi tîlaweta Qur’ana Kerîm dest pê kir û bi axavtina Parêzer Emîn Guneş berdewam kir. Guneş di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir ew rêya ku tê de şehadet, zindan û hicret hebe rêya rast e.

 Guneş di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir piştî ku însan mir re du rê li benda wî/ê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Em bo îmtîhanê hatin şandin ser rûyê erdê. Muheqqeq ew ê hemû kes bimire. Piştî ku em mirin an em ê biçin cennetê yan jî em ê biçin cehennemê.”

 “Rêya vê cennetê bes pêxember dizanin”

Guneş di berdewama axavtina xwe de diyar kir însan piştî ku hat şandin dinyayê serberdayî nehat berdan û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Xweda dema ku em şandin vê dinyayê ji me re wek rêber û rênas pêxember şandin.  Rêya vê cennetê bes pêxember dizanin.Yanî Xweda vê rêyê nîşanî pêxemberan daye. Ger em pêxemberan nas nekin em ê rêya xwe winda bikin. Ger em talibê cennetê bin divê em navnîşana cennetê lêkolîn bikin. Divê em zanibin ka em ê çawa biçin wê derê.”

“Ger di wê rêya ku tu tê de yî de şehadet hebe tu dikarî bawer bikî ku tu di rêya rast de yî”

Guneş di berdewama axavtina xwe de diyar alim warisên pêxemberan in dû re qala ehemîyeta çûyîna di şopa pêxemberan de kir û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Çend merhale li ser rêya pêxemberan hene. Dema ku pêxember cara ewil doza xwe ji derdorê re dibêjin, xelk tinazên xwe bi wan dikin. Hûn ê binêrin tu kes tinazên xwe bi we dikin an na, an jî berî niha qet tinazên xwe bi we kirine an na? Çi dibêjin, dibêjin ‘sofîk’ û heqaretan dikin. Dû re jî ji ber ku te qala doza xwe li derdorê kir dest bi boykot, tehdîd, sûîqestan kirin û hewl dan te ji cihê te bikin. Ger di wê rêya ku tu tê de yî de şehadet hebe tu dikarî bawer bikî ku tu di rêya rast de yî. Lewra rêya Muhammedul Emîn jî wisa bû. Di vê rêyê de zehmetî hene. Kesên ku zehmetîyê naxweze dê nekeve vê rêyê.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.