“Ger ew welatên dewlemendên neftê zekata xwe dabana dê li dinyayê feqîr nemabana”
Serokomar Erdogan destnîşan kir “Ger ew welatên ku dewlemendê neftê ne zekatên xwe tespît bikin û bidin welatên xerîb û feqîr her hal li dinyayê dê feqîr nemînin.”
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan koordînatorên welatan û birêveberên Serokatîya Ajansa Koordînasyon û Hevkarîya Tirk li Kullîyeya Serokomartîyê qebûl kir.
“Ger ew welatên dewlemendên neftê zekata xwe dabana dê li dinyayê feqîr nemîne”
Erdogan di axavtina xwe ya ku kir de derbarê feqîr û jarên li ser rûyê erdê de diyar kir bi rastî jî însan hewcedar in û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Ez bangî welatên ku dewlemendên neftê ne dikim; Ger ew welatên ku dewlemendê neftê ne zekatên xwe tespît bikin û bidin welatên xerîb û feqîr her hal li dinyayê dê feqîr nemînin. Gelo ev yek tê kirin? Naxêr, bes zikata wê nefta ku derdikeve bidin dê welatên feqîr û xureba îhya bibin.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.