Ger kesên ummetê birêve dibin ne li ba vê izzetê bin ji temamê zilletê re mustehaq in
Mela Beşîrê ku derbarê Ebru Ozkana ku ji teref siyonîstan ve hatiye desteserkirin de ji ser hisaba xwe ya medyaya civakî parvekirinan kir destnîşan kir “Ger kesên ummetê birêve dibin ne li ba vê izzetê bin ji temamêtoqa zilletê re mustehaq in."
Ebru Ozkana ku bo ziyaretê çûbû Qudsê di 11ê Hezîranê de dema ku xwest vegere li Balafirgeha Ben Gurîona Tel Avîvê ji teref siyonîstên terorîst ve hat desteserkirin û ev 28 roj in ku hêj desteserkiriye. Bikarhênerên medyaya civakî li ser medyaya civakî xebateke bi navê #EbruÖzkanaÖzgürlük ve #FreeEbruOzkan dan destpêkirin û gelek nivîskar, rojnamevan, temsîlkarên STKyan, rîspî û welatî bertek ji rewşê re nîşan dan.
Mela Muhammed Beşîr Varolê ku ji alimên herêmê ye, derbarê mijarê de li ser desteserkirina Ebru Ozkan û helwesta birêvebirên welatên Îslamê de nirxandinan kir.
“Bila ew kesên birêvebir ên ku li ba cî nagirin û nabin terefdarên we ji îstîqbala xwe bitirisin”
Varol di parvekirinên ku kir de derbarê mijarê de diyar kir “Ger kesên ummetê birêve dibin ne li ba vê izzetê bin ji temamê toqa zilletê re mustehaq in” û dû re wiha li got: “Serî netewandin û bi rûmetbûn; du ferq in ku Mumînan ji munafikan cuda dike. Munafik bo dinyayê axreta xwe difiroşin, Misliman jî bo axreta xwe dinyaya xwe difiroşin. Ey Muhammed! (silavên Xweda li ser bin) Serê xwe netewînin da ku birêvebirên we jî serê xwe jî netewînin. Bila ew kesên birêvebir ên ku li ba cî nagirin û nabin terefdarên we ji îstîqbala xwe bitirisin.”
“Ger ew kesên ku ummetê îdare dikin, ew fermandarên ku ji artêşên xwe re fermandarîyê dikin li ba izzetê cî negirin û ew ji temamê toqê zilletê re mustahaq in”
Zayenda mêranîyê tune ye. Ew kesên ku zilletê qabûl dikin, destên wan nayên xistin kelepçeyan û pîyên wan nayên zincîrkirin; ji dêla vê ve toq li stûyê wan kêsên ku zilletê qebûl dikin tê xistin. Ger ew kesên ku ummetê îdare dikin, ew fermandarên ku ji artêşên xwe re fermandarîyê dikin li ba izzetê cî negirin û ew ji temamê toqê zilletê re mustahaq in. Ebru Ozkan azad e û em jî êsîr in.”
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.