Gotinên Rêberê Cemaeta Hîzbûllah
Gotinên Rêberê Cemaeta Hîzbûllah
Rêberê Cemaeta Hîzbûllah Edîb Gumuş, Li Ser Rageşiyên Di Navbera Hikûmet Û Grûba Gulen, Tewra Grûba Gulen Ya Ji Bo Cemaeta Hîzbûllah, Huda Par, Tewra Îdarevanên Pkk Û Bdpê Û Li Ser Hadîseyên Dawîn Xeber Da. Hevpeyvîna Ku Bi Rêberê Cemaeta Hîzbûllah Re Hatiye Kirin Weha Ye:
Berî her tiştî Xweda ji we razî be ku digel zêde kar û xebata we jî we îcabetî teleba me kir.
Nexasim di teşkîlata Emniyetê û Edliyeyê de sazbûna Grûba Fethûllah Gulen, yekcar rojeva Tirkiyê dagirt. Wê vêya heta ku bidome? Hûn dixwazin di vê mijarê de çi bêjin?
Bîsmîllahîrrehmanîrrehîm
Me berê dîtibû ku wê wiha bibe. Bi salan berê em di wê qenaetê de bûn ku wê evana ger nikaribin qulp û kêmatiyên serokwezîr zevt bikin jî, wê mitleqe li pey derûdora wî û xisûsen zarokên wî kevin, ji bo di heqê wan de tiştan bi dest bixin da ku dema hewce be karibin têxin dewrê. Ev sazbûna han ji ekonomiyê heta siyasetê, ji perwerdeyê heta hiqûqê, di gelek sehayan de hewl dide ku derbeyê lê de û hikûmetê zeîf bike.
Digel têkiliyên wan yên bi derveyê welat ku tên xeberdan, bi holdîngên li welêt, bi pêwendiyên bi hêlên siyasî yên cûda re û bi îmkanên ku bi dest xistine, bi salan e ğeyret kirine ku rojeva welêt bi çi awayî bixwazin bi wî şeklî dagerînin û kesên mixalîfên xwe tesfiye bikin.
Endîşe dide ku di her firsendê de hewl didin ku kesên ji xwe re mixalîf dibînin li ber qamûyê îmaja wan xera bikin û reş xuya bikin; ji bo daxwazên xwe bi kesên ku dijminantiya mislumanan ji xwe kirine meslek re têkiliyan pêk tînin; bi piranî ji bona qaosê derînin, xistine nav planên xwe ku bi wasîteya saziyên kûr yên di nav PKKê de, pevçûna Hîzbûllah û Pkkê pêk bînin. Rebbê me mislumanan ji hemî fîtneyan biparêze.
Bi Fethûllah Xoce û bi derdora wî re tu têkiliyên we çêbûn?
Bi Fethûllah Xoce û bi derûdora wî re, tu têkiliyên me yên ji nêz ve çênebûn. Lewra me fikra wan ya der barê sazî û hereketên Îslamî yên ğeyrî wan yên hem li nav welêt hem jî li derveyê welêt de, fikra wan yên der barê dewletê, rejîmê, emperyalîstên ku welatê mislumanan îşgal kirine, siyonîstan û nivîskar û rewşenbîrên ku di heqê Îslam û mislumanan de bizanebûn dijminantiyê dikin de û têkiliyên wan yên bi evana re tu carî teswîb nekiriye.
Digel vana jî em bawer dikin ku di nav alîgirên wan de însanên semîmî hene. Di salên nodî de li deverên ku em lê xurt bûn, me li gorî îmkanên xwe, mislumanên ku nêzî wan bûn parastin, di heyata Îslamî de alîkariya wan kir.
Di ‘eleyhê we de tu teşebbus û fealiyetên ehlê Fethûllah Xoce çêbûn?
Ev grûb beriya AKPê ku niha dajo serê, sazî û hereketên Îslamî û heta beriya Ergenekoncuya ajotin ser me. Li me û bi ser navê me li birayên me misluman yên xwedî hessasiyeta Îslamî îftîra kirin. Niha tiştên ku di serî de serokwezîr û gelek kes jê gazinan dikin, fealiyetên wek îxbarên xeyalî, guhdarîkirina telefonan, cd, îtîrafvanên ku bi wan re dixebitin, hevkariya polîs û yargiyê, li ser mislumanên Hîzbûllahî tetbiq kirin.
Ji ber tewr û tevgerînên bêhiqûqî yên zilamên wan yên di teşkîlatên Emniyetê û yargiyê de, bi sedan misluman hatin cezakirin, gelekan jî mecbûrî hîcreta derveyê welêt bûn.
Li ber van tewr û tevgerînên bêhiqûqî yên grûba Fethûllah Gulen tu teşebbusên we çêbûn?
Min di hevpeyvîna xwe ya berê de jî beyan kiribû ku ji bona em mesûliyeta xwe ya Îslamî ya li ber wan bînin cî, me ji mesûlên wan yên di sewiya nizm heta ya bilind re mesaj şand. Me hîn kir ku mesaja me bi saya wasîteyan gihaye Fethûllah Xoce û hem jî em ji agahiyên alîgirên wan yên bi hevalên me re nasê hev dizanin. Digel vêya jî di tewra wan de tu guhertin pêk nehat. Li aliyê din em pê hesiyan ku di raporên xwe yên ku ji Fethûllah Xoce re dişandin de, me wek “talûka potansiyel” dibînin.
Dîsa li Diyarbekir, Xarpêt, Meletê, Konya, Semsûr, Stenbol û li gelek deverên din li ser komelên Îslamî operasyon hatin rastkirin. Parêzerên ehlê komelan gava ji polîsan re dibêjin “Hûn ji vana çi dixwazin? Tiştên ku vana dikin, xizmetên bixêr in. Xizmeta xelkê dikin. Misluman jî ji wan îstîfade dikin. Tiştê ku hûn li van mislumanan dikin ne rast in.”, ew jî dibêjin “Evana talûka potansîyel e.” Gava meriv eynî îfadeyê dide ber raporên di heqê Hîzbûllah de yên ji Fethûllah Xoce re dihatin şandin, xuya dibe ku kesên ewan raporan amade kirine polîs in û hinek mesûlên ku di emrê wan de dixebitin.
Welhasil di nav vê saziyê de însanên semîmî hene. Lê di nav wan de însanên ku bi Îslam û mislumanan re nesemîmî jî zêde ne. Ev rastî ji gelek aliyan ve eşkere bûye. Xweda kesên semîmî yên di nav vê saziyê de mihefeze bike. Dîsa Xweda hemî mislumanan, ji şerên kesên di nav vê saziyê de yên ku bi pozîsyon û pratîk û fikrên xwe zirarê didin mislumanan mihefeze bike. Di nav wan de kesên ku binezanî xeta dikin, Xweda heqiyê jî bi wan biheqî bide naskirin.
Tewr û helwesta hikûmetê ya li ber van kirinên saziya ku îro wek rêxistina paralel tê gotin yên di demên borî de li cemaeta we û li dildayên we hatin kirin çawa bû?
Hikûmet bêdeng maye li ber van kirinên ku ji aliyê vê saziya ku wek rêxistina paralel bi nav kiriye û jê gazina dike li saziyên îslamî yên wek wan nafikire û xisûsen li camîa me hatine kirin. Carna ji hinek parlementer û heta wezîran re dihat gotin ku tiştên tên kirin ne rast tin, ewana jê bawer nedikirin.
Pey operasyona Îhya-Derê, gava ji parlementerekî AKPê yê ku di nav partiyê de îdarevan re hat gotin ku di heyama lêgerînê de polîsan CD xistine komelê û goya tê de telîmata Hîzbûllah yên wê li ber Cemaeta Gulen bê kirin heye, parlementerê han û alîkarekî serokê giştî wiha gotibûn: “Çawa dibe? Polîs çima ew ê tiştekî wiha bike?”
Înşallah niha vê hedîseyê tînin bîra xwe û ji ber însanên ku ji ber van senaryoyên derew hatine cizakirin ûjdan û dilê wan diêşe. Hadîseyên mîna vêya gelek in.
Ji bo xwe feryad dikin, lê hinek îdarevan û parlementerên AKPê li ber komployên li ser me bêdeng man. Ev li aliyekê, xeberên polîs yên di heqê me de derew û sexte, hê jî ji xwe re dikin mesnet û delîl. Mîsalen Yalçin Akdoğan heta îro, bi minasebetên mixtelîf lê bi awayî ne têkildar di ‘eleyhê Hîzbûllah de beyanat dane…
Hûn li ser uslub û sewiya terefdaran yên ku êrîşên hevûdû dikin çi dibêjin?
Em ji êrîş û kirinên li me yên Grûba Fethûllah dizanin ku ew çi qas bêrehm in li ser kesên ğeyrî xwe û di îmhakirina kesên ji xwe re mixalîf dibînin de tu sînorê nas nakin. Di serî de Serokwezîr gelek mensûbên AKPê, êrîşek û dorpêçkirineke wiha ji vê grûbê hêvî nedikirin. Ji ber vê yekê şoqek mezin li wan peyde bû û bi tesîra vê şoqê, bertek û nerazîbûna wan bere bere bi şîddet mezin bû.
Li ser hadîseyên dawîn hûn tewra nivîskar û gotarvanên misluman çawa dinirxînin?
Hem ji ber bûyerên nû hem jî ji ber hadîseyên din divê ev neyê jibîrkirin ku di fikr û tewra mislumanan de hinek cûdatî hebin jî, divê hemî xwe ji tewr û gotinên ku wê hiqûqa mislumanên ğeyrî wan îxlal bike û di ‘eleyhê mislumanan de qozê têxe destê kafiran, bilxesse biparêzin. Di demên dawîn de mixabin em gelek nivîskarên misluman yên ku gotin û tewr û tevgerînên wan, vê pîvang û hiqûqê îxlal dikin dibînin.
Li gorî we divê tewra şîrovekirina nivîskarên misluman yên der barê şexsiyetên îslamî û alîyên Îslamî de çawa bin?
Ez weke kek û birayekî dixwazim ji nivîskar û gotarvan û bernamevanên Tv yên ku hessasiyeta wan a îslamî heye hinek tiştan bêjim.
Kesên di qamûyê de bi hessasiyeta îslamî tê zanîn, bi mesûliyeta xwe ya Îslamî li gorî xwe di nav ğeyretekê de ye, nexasim kesê ku dibêje ez xwedîdozek im, gava nivîsand û rexne kir û xeber da û şîrove kir, divê hesabê Xweda, mirinê û pey mirinê bike. Mesûliyeta xeberdanên ku bi wasîteya amûrên veguhastinê wek TV, rojname, kovar û înternetê tên kirin û mesûliyeta ji ber xetayên di nivîsan de tên kirin, ji mesûliyeta qalûqîlên ku li mal û dikan û qoncîka qehwekê de tên kirin û ji mesûliyeta kesên ku ğiybet îftîra dikin girantir e.
Bi wasîteya van amûrên veguhastinê di heqê mislumanek, hereketeke Îslamî û saziyekê de tiştên tên xeberdan, bi carekê ve digihêje bi deh hezaran kesan, sed hezaran kesan û heta bi milyonan kesan. Eger agahdarkirineke çewt hebe, ew dibe ğiybetkirina mislumanan, bêîtîbarkirina wan û însanan di heqê wan de şaş beralî dike.
Her zeman ne mimkun e ku meriv tiştên hatine nivîsandin û xeberdan bi paş ve bigre yan jî wan rast bike. Hewla rastkirina çewtiya hatiye kirin bê dayîn jî, ew rastkirin nagihêje gelek kesan. Eger ev agahdarkirina şaş têkevin destê neyarên mislumanan û eger vê çewtiyê di ‘eleyhê mislumanan de bi kar bînin, îcar hûn webala wê bifikirin.
Ji ber vê yekê em dibêjin ku pêdiviyeke aqîde û baweriya wan e ku rojnamevanekî misluman û hemî nivîskar, di şîrove û nirxandin û nivîsên xwe de di daîreya heqîqetê de hereket bikin. Lewra Îslamê derew, sexte û îftîrayê qedexe û yesax kiriye. Digel vê mêzîna Îslamê jî hinek nivîskarên misluman, mixabin xeber û agahiyên tên ber destê wan, hewceyê bi lêkolîna wan nakin, bi kar tînin, di salên dawîn de em pir caran dibînin ku bi vî awayî pêşkêşiya îftîraya li ferd û camiayên misluman dikin û wan dixin bin tohmetê.
Ji tiştên ku di heqê Cemaeta Hîzbûllah de hatine kirin, hûn dikarin nimûneyan bêjin?
Di medyayê de kesên ku di heqê me de agahiyên çewt dabûn, me bi wasîteya weşanê bê navên wan bidin, beyan kir ku tiştên kirine nerast in. Her wiha bi hevdîtinên rûbirû û bi mesajên ku me şandin, me xetayên wan ragihande wan.
Bi vê wesîleyê belkî bi hadîseyên dawîn re têkildar, nivîskarên ku hessasiyeta wan a Îslamî heye û berê di heqê me de nivîsandine, dixwazim ji wan re vêya bêjim: Kesên ku di heqê Hîzbûllah de dinivîse û xeber dide, bila têkevin mihasebekê.
Kesên ku di heqê me de agahî dabin wan, eger niha di nav saziya ku wek Rêxistina Paralelê bi nav dikin û jê gazina dikin û di nav saziyên wek wan de bin û eger bi şaş beralîkirina wan vana kiribin, bila vêya bi qamûyê re parve bikin û îfade bikin ku şaş kirine. Eger vêya bikin înşaallah ew ê ji bo axreta wan baş be.
Di heqê mijarê de ez dixwazim vê nimûneya berbiçav bînim ziman:
Ji Rojnameya Yenî Şafakê Abdulkadir Selvî di hejmara 16ê Gulana 2013an de di meqala xwe ya bi navê “Li Reyhanliyê Herba Espiyonajê” de tiştê dibêje, xebera derew û îftîra ye. Abulkadir Selvî di wê nivîsa xwe ya han de cî dida van cumleyan: “Ji lîderên Hîzbûllah Edib Gumuşê ku pey derketina ji hepsê winda bû li kû derê bû? Hefteya borî li Urumiyeyê bi Kurdên Îslamî re civîn pêk anî. Belê li ber pêvajoyê…”
Ez dixwazim ji vê derê gazî Abdulkadir Selvî bikim. Eger xebera han ji ber xwe ve gotibe, îftîra li camiayeke Îslamî kiriye û tiştekî qebîh kiriye. Lê eger xebera wî ji aliyê dewleta paralel ve derew hatibe gotin û ji wî re serwîs kiribin, divê beyanat bide û îfade bike ku dewleta paralel xebera derew daye wî û xeber derew e, vêya bi qamûyê re parve bike.
Bi çi awayî be jî divê Selvî beyan bike û çavkaniya wê xeberê bi qamûyê re parve bike. Eger çavkaniya xeberê kesên ğeyrî wî bin, bila bizanibe ku ev kesên saziyeke kûr in ku dixwazin wî jî bixebitînin û divê vêya jî beyan bike. Der barê pêvajoya çareseriyê de fikra me net e û me vê fikrê gelek caran bi qamûyê re parve kiriye.
Hûn ê li ser beyanên îdarevanên Pkkê yên di demên dawîn de yên di heqê Cemaeta Hîzbûllah de çi bêjin?
Di serî de Ebdullah Ocalan, tu îdarevanên payebilind yên Pkkê ji sazî, kultur û devereke Îslamî derneketine. Heta ji îdeolojî û çand û fikrê ku bizanebûn dijminantiya Îslamê dikin gihane. Ji ber ku ev fikr û nêrîn û fêhm ji bo wan bûye weke dînekî, dema mesele Îslam û misluman bin, hewce nabînin ku xwerexneya ew qas ehemmiyetê didinê û di her firsendê de tînin ziman bikin.
Derdekî wan ya ku mislumanan nas bikin, qebûl bikin û tehemmul nîşan bidin tune ye. Digel vêya jî tewsiyeya me ew e ku Îslam û mislumanan nas bikin. Ji ber ku tewr û gotin û telîmatên wan zirarê nadin wan û xelkê jî nakin ğem, nemesûlî xeber didin û hereket dikin.
Ez dîsa dibêjim: Bila îslamê bixwînin û mislumanan nas bikin. Hûn bi îftîra, derew û tehdîtan nikarin ne me ne jî mislumanên ku Îslamê ji xwe re kirine mêzîn ji doza Îslamê biqetînin. Bila ji tecrûbeyên xwe yên borî zanibin ku tiştên wiha tenê mislumanan bêtir hişyar dike, wan bi ser xwe ve tîne, jêhatî dike û wan digihîne hevûdû.
Gava ku îdarevanên Pkk û Bdpê bi giştî di heqê we de xeber didin, îddîa dikin ku goya hûn bi telîmatên kesên din hereket dikin. Hûn ê ji bo van îddîayan çi bêjin?
Gava evan îdarevanên han xeber didin, ne ji bo rastiyekê û heqîqetekê bêjin, ji bona bi derew û îftîrayê alîgirên xwe bixapînin vê ya dikin.
Em hem li nava Tirkiyê hem jî li derveyê Tirkiyê bi gelek sazîyên Îslamî, şexsiyet û hereketan re diaxivin. Li wan guhdarî dikin û ji rastiyên wan îstîfade dikin. Feqet di meselekê de beriya ku em gavekê bavêjin, em ewilî hesabê mesûliyeta xwe ya Îslamî, ev gava ku em bavêjin îslamî ye yan na û wê li zirar yan li feydeya xelkê me yê misluman be dikin.
Eger ev şert pêk bên -kî derkeve pêşiya me bila derê- em ê tiştê hewce bikin û gava me ya minasîb dîtiye bavêjin. Eger ev ne li cî bin, kesê herî nêzîkî me jî tewsiye bike û kirina wê ji me bi israr bixwaze jî em wî karî nakin. Me gelek caran bi wesîleyên mixtelîf gotiye û nivîsandiye ku em di îcraat û pratîkên xwe de yekcar serbixwe û bi îradeya xwe ya azad hereket dikin.
Dema baweriya me bi karekî hebe ku Îslamî ye û ji bo feydeya mislumana ye, kes nikare me ji kirina wî karî vegerîne. Eger ev tevgera me welew bi şehadet, hîcret û mehkûmiyet be jî, ji me re ferq nake.
Derketina Huda Parê ya meydana siyasetê, xweşî xist herêmê. Hûn Huda Parê û programa wê çawa dinirxînin?
Xwedayê Teala Huda Parê ji bo ummetê, Tirkiye û Kurdistanê bike wesîla xêrê. Rebbê me ketina vê meydana siyasetê ji bo dînê me û doza me bike wesîleya xizmetê. Gûman û şupha me tune ye ku niha kesên ketine nav vî karî û serê vî karî dikşînin, yanî îdarevanên wê, ew ê li gotin û ehd û bernameyên xwe xwedî derkevin û miqatebin û li pey bimeşin. Em pirê van birana nas dikin û dizanin.
Helbet em dixwazin kesên ku partiyeke ku referansa wê Îslam e ava kirine û di bernameyên xwe de tiştên ğeyrî Îslamî nahewînin miwaffaq bibin. Em temenî dikin ku kesên xwe avêtine nav vî karî, xwe bi her tiştê xwe bidinê û ji Îslama ku ji xwe re kirine referans re sadiq bimînin. Em wek hereketeke Îslamî, musbet dibînin ku partiyeke Îslamê ji xwe kiribe referans têkeve sehneya micadeleyê û li xelkê xwe yê misluman kirina tewsiyeya ku lê xwedî derkeve û destekê bidê jî wezîfeyek dizanin.
Hûn ê li ser êrîşên Pkk û Bdpê yên li Huda Parê çi bêjin?
Di nav gotinên min yên li jor de cewaba pirsa we heye. Pkk û Bdp ji ber tecrubeyên xwe yên êşdar yên berê, ji her kesî bêtir hessasiyeta me ya der barê parastina îzzeta Îslam û misluman de û xetên me yên sor dizanin. Di vê mijarê de ne hewce ye ku meriv gotinê zêde bike.
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.