Hacizade: Rewşa Amerîka wek goştê di ber dinanê me de ye

Hacizade: Rewşa Amerîka wek goştê di ber dinanê me de ye

Fermandarê Hêzên Asimanî yên Muhafizên Şoreşa Îranê Emîr Elî Hacîzade destnîşan kir “Rewşa Amerîka wek goştê di ber dinanê me de ye.”

Emîr Elî Hacîzade Fermandarê Hêzên Asimanî yên Muhafizên Şoreşa Îranê balan kişand li ser keştîyê şer a Amerîka ya li Kendava Basrayê û destnîşan kir “Rewşa Amerîka wek goştê di ber dinanê me de ye.” Hecîzade bi vê gotina xwe peyam da ku ew dikarin keştîya şer a Amerîka hedef bigirin.

Hacizade di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir “Berî niha 40-50 keştîyên şer û 6 hezar û personelên keştîyên şer ji bo me tehdîd bûn, lê belê îri ew ji bo me ketina rewşa hedefê. Keştîyên şer ên Amerîka nêzî me ne. Em xwedîyê mûşekên ku kapasîteya wan 300 kîlometre ne. Di xebatên dawî de menzilên van mûşekan hat derxistin 700 kîlometreyan. ”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.