Hamaney: Amerîka ber bi hilweşînê ve diçe

Hamaney: Amerîka ber bi hilweşînê ve diçe

Rêberê Komareya Îslamê yê Îranê Ayetullah Seyyîd Alî Hamaney destnîşan kir “Amerîka berbi hilweşînê ve diçe. Bila hemû kes vê yekê bizane.”

Seyyîd Alî Hamaneyê Rêberê Komareya Îslamê yê Îranê di bergeha bernameyên “Roja Micadeleya Neteweyî ya Li Dijî Emperyalîzma Kurewî” li Tahranê di Huseynîya Îmam Xumeynî de bi xwendekarên lîse û zanîngehê re hat bal hev û derbarê mueyîdeyên Amerîkayê de daxuyanî da.

Hamaney di axavtina xwe ya ku kir de diyar kir problemên di navbera Îran-Amerîkayê de ev 40 sal in berdewam dikin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Amerîka ev 40 sal e ku di qadên leşkerî, aborî û medyayê de êrîşa dibe li ser Îranê. Di van êrîşan de hedefa Amerîka ew bû ku li Îranê bibe xwedîyê hêza xwe ya berê. Lê belê di van 40 salan de yê ku her tim têk çû Amerîka bû. Îran her tim bû terefê ku qezenç dike.”

Hamaney di berdewama axavtina xwe de balan kişand li ser rewşa Amerîka û wiha destnîşan kir: “Amerîka ber  bi hilweşînê ve diçe. Bila hemû kes bê yekê bizanibe. Ew kesên ku di nav hewldana lihevkirinê de di nav hewldaneke belesebeb de ne. Amerîka encax dev ji otorîtevanîyê berde, wê demê meriv dikare wek dewletên din pê re muamelê bike.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.