Hamas: Em ê bi berxwedanên zêdetir bersivê bidin êrîşan
Hamas derbarê qîza Fîlîstînî ya ku ji teref siyonîstan ve hat şehîdkirin de destnîşan kir ew ê bi berxwedanên zêdetir bersiv bê dayîn êrîşan.
Doh ji teref siyonîstên terorsît ve qîzeke Filistînî bi çekan hat şehîdkirin ku ji teref Hamasê ve derbarê vê qîza Fîlîstînî ya bi navê Semah Zuheyr Mubareka ku ji teref siyonîstan ve hat şehîdkirin de daxuyanîyek hat dayîn. Hamas di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ê bi berxwedanên zêdetir bersiv bê dayîn êrîşan.
Di berdewama danazena ku ji teref Hamasê ve hat belavkirin de hat diyarkirin ew ê berxwedana xelkê Fîlîstînê ji meşaleya azadîya ya ku dê di demeke nêz de pê pêxistin re bibe sotemenî.
Çeteyên sîyonîst û terorîst doh qîzeke Fîlîstînî bi hinceta lidarxistina çalakîya bi kêr şehîd kiribû. Heyva Sor a Fîlîstînê derbarê mijarê de diyar kir çeteyên îşxalker û sîyonîst nehiştine ku mudaxeleya ewil li qîza Fîlîstînî ya ku bi çekan hat birîndarkirin bê kirin û dîsa nehiştine ku ew bê rakirin nexweşxanê.
Wezareta Tenduristîyê ya Fîlîstînê jî debarê mijarê de daxuyanîyek da û destnîxşan kir qîza Fîlîstînî di êrîşa siyonîstên terorîst de şehîd ketiye.Hat hînbûn navê qîza Misliman a Fîlîstînî ya ku hat şehîdkirin Semah Zuheyr Mubarek e.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.