Hamas: Em ê tola şehîdan bistînin

Hamas: Em ê tola şehîdan bistînin

Hamasê ku derbarê3 xortên Filistînî yên ku doh êvarî hatin şehîd kirin de daxuyanî da destnîşan kir ew ê tola şehîdan bistînîn û ji bo vê yekê temamê vebijêrkan di rojeva wan de hene.

Siyonîstên terorîst û îşxalker doh êvarî li Nablûs û Ramallahê 3 xortên Filistînî şehîd kirin. Derbarê van xortên ku hatin şehîdkirin de ji teref Hamasê ve daxuyanîyek hat dayîn.

Di daxuyanîya ku ji teref Hamasê ve hat dayîn de hat diyarkirin; Hamas dê tola şehîdan bistîne û ji bo vê yekê jî xwedî hêz û derfet e.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin ji bo malbatên şehîdan peyama sersaxîyê hat dayîn û hat destnîşankirin; ew cinayetên siyonîstên terorîst dê ezm û cehda berxwedanê ya xelkê Filistînî neşkîne. Siyonîstên terorîst ew qas newêrek in ku newêr in derkevin pêşberî berxwedêran.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.