Hamas: Em wan êrîşên Amerîka û muttefîkên wê şermezar dikin

Hamas: Em wan êrîşên Amerîka û muttefîkên wê şermezar dikin

Hamasa ku derbarê êrîşa ku ji teref Amerîka ve li Sûrîyê hat kirin de daxuyanî da destnîşan kir “Em wan êrîşên Amerîka û muttefîkên wê yên ku li Sûrîyê kirin şermezar dikin.”

Ji teref Amerîka, Îngîltere û Fransayê ve doh serê şeveqê êrîş li Sûrîyê hat kirin. Ji ber vê êrîşa ku hat kirin ji teref Hamasê ve daxuyanîyek hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de êrîş hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Em wan êrîşên Amerîka û muttefîkên wê yên ku li Sûrîyê kirin şermezar dikin. Ev êrîşeke qustax a ku li ummetê hatiye kirine. Armanca van êrîşan îmhakirina hebûna beldeyên Îslamê yên li dijî siyonîstan e û pê tê xwestin ku hebûna siyonîstan bê mihafezekirin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.