Hamas ji Abbas re bertek nîşan da

Hamas ji Abbas re bertek nîşan da

Ji berdevkên Hamasê Samî Ebû Zuhrî ji daxuyanîya serokê El Fetîhê Mahmûd Abbas a ku tê de diyar kiribû ew bêşert û merc amade ye ku bi Netanyahu re hevdîtinê bike re bertek nîşan da.

Serokê El Fetîhê Mahmud Abbas bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir ew amade ye bêşert û merc bi Netanyahuyê terorîst re hevdîtinê bike.

Ji ber vê daxuyanîya Abbas ji teref berdevkên Hamasê Samî Ebû Zuhrî ve daxuyanîyek hat dayîn. Zuhrî di daxuyanîya ku belav kir de ji Abbas re bertek nîşan da û destnîşan kir; ev daxuyanî gelek tiştan tîne bîra mirovan.

Zuhrî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir Abbasê ku bêşert û merc amade ye bi Netanyahu re hevdîtinê bike dema ku mesele hevdîtina bi serokên komên Filistînî re be bi sedan şert û mercan dideyne li ber wan.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.