Hamas: Li dijî plana Trump pêwîst e li her derî mucadele bê kirin

Hamas: Li dijî plana Trump pêwîst e li her derî mucadele bê kirin

Hareketa Berxwedana Îslamî destnîşan kir, bi plana şer a bi navê Peymana Sedsalê ya ku ji teref Trump ve hat daxuyandintê xwestin ku doza Qudsê û mafên vegera welêt a heqdar ji holê bê rakirin.

“Quds a me ye û paytexta dewleta me ye”

Ehmed Abdulhadîyê Temsîlkarê Libnanê yê Hamasê di daxuyanîya çapemenîyê ya ku da destnîşan kir “Quds a me ye û paytexta dewleta me ye” û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji Çemê Urdunê bigire heta Behra Spî, ji Nekura heta Ummu Reşraşê tev axên me ne. Em ê razî nebin ku li ser parçeya herî biçûk a axa me îşxal berdewam bike. Em ê îşxala siyonîstan a li ser axên Filistînê nas nekin. Doza Filistînê dozeke muqeddes e.Berxwedan rêya azadîyê ye. Çekên me canên me ne û em ê ji wan tawîz nedin. Li dijî plana Trump pêwîst e li her derî mucadele bê kirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler